Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gazîkirina malbatên 4 girtiyên siyasiye Kurd bo hevdîtinê

11:52 - 28 Kanûna Paşîn 2024

Roja Şemiyê 7 ê Rêbendana 1402 a Rojî, Malbatên 4 girtiyên siyasiye Kurd yên ku hikmê sêdaredanê bi ser wande hatî sepandin, Pêjman Fatihî, Muhsin Mezlûm, Mihemed Feramerzî û Wefa Azerbar, bo girtîgeha Êvîn ê hatine gazîkirin.

Gorî zaniyariyan malbatên wan 4 girtiyên Kurd ji aliyê navendên ewlehî ve hatine vexwandin.

Bi baldan bi red kirina daxwaza pêregeheştina dadresiya wan ji aliyê dîwana bilinde welat ve, nîgeraniya wê yekê heye ku cezayê bi ser wan girtiyan de hsatî sepandin, bi wan zûkatiyan bête cî bi cîkirin.

Girtiyên siyasiye kurd, Muhsin Mezlûmî, Pêjman Fatihî, wefa Azerbar û Mihemed Feramerzî piştî salek û nîv ji nerohniya qedera xwe, bi tohmeta  karkirin bo Îsraîl , cezayê sêdaredanê bi ser wan de hatiye sepandin.