Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê ciwanekî xelkê Kamêaranê binçavkirin

12:27 - 13 Şibat 2024

Hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê li bajarê “Kamêran”ê de ciwanekî Kurd ê xelkê wî bajarî  bi bê belgeya yasayî û bi awayekî hovane binçavkirin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Roja Dûşemî 23ê Rêbendanê, hêzên tepeserkar û dije mirov ên rêjîma Îranê li bajarê “Kamêran”ê de, ciwanekî xelkê bajarê “Kamêran”ê yê bi navê “Yasir Husênî” yê temen 25 salî bi bê hebûna belgeya yasayî û bi awayekî hovane û bi tundûtîjiyê ve binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhastine.

Binçavkirina hovane û bi tundûtîjiyeke zêde ya welatiyên Kurd û sepandina cezayên giran û herwisa îşkencekirin û îtirafên bi zorê û li njêr îşkenceyan, li Îranê de gelek zêde bûne û her kesek ku ji aliyê hêzên ewlehî û leşkerî yên rêjîmê ve tê binçavkirin, egera lêdana her cure tohmet ji aliyê hêzên ewlehî û sepandina her cezayekê ji aliyê dadgehên rêjîmê ve heye.

Heta belavbnûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirina “Yasir Husênî” û cihê ragirtin û tohmetên sepandî bi ser wî ciwanê kurd de li ber dest nînin.