Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê ciwanekî xelkê Sinê binçav kir

12:27 - 21 Şibat 2024

Hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê bi bê belgeya yasayî ciwanekî xelkê bajarê Sinê li wî bajarî de binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastine.

Pêka rapora rêkxistina Mafê Mirovê Kurdistanê, hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê li roja Sêşemî 1ê Reşemeya 1402 a Rojî, li taxa “Hacîawa” ya bajarê Sinê de êrîş kirine ser cihê karê ciwanekî Kurd ê bi navê “Zana Minberî” û bi bê belgeya yasayî, ew binçav kirine û bo ciheke nexuya vegihastine.

“Zana Minberî” xwarziyê  şehîd “Peyman Minberî” ye ku li serhildana “Jin Jiyan Azadî”yê de li bajarê Sinê hate şehîdkirin.

Li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî bi ser “Zana Minberî” û herwisa cihê ragirtina wî ciwanê Kurd ti zanyariyek li ber dest de nîne.