Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê dirafeke bê hejmar bo torên geryana spaha quds xerc dike

12:12 - 22 Şibat 2024

Biryargeha Nûr a rêjîma Îranê daye zanîn ku her salê hezar xwendekarên biyanî bo tora geryanê li Îranê têne gazîkirin, li rastiyê de ew kesên ku têne gazîkirin, xelkê biyanî yên ser bi spaha Quds in.

Biryargeya Nûr a ser bi rêjîma Îranê her salê bo ji rêderxistina zêdetir a xelkê biyanî ku bi awayekê digel spaha Quds a ser bi spaha pasdaran a terorîst kevtine an endamê spaha quds li welatên derve dene, bo derbaskirine xweş û perwerdeya îdeolojîk, leşkerî û herwisa seyranê bi Îranê gazî dikin.

Birêveberê Biryargeha Nûr “Îman Yarehmedî” gotiye ku amadekarî bo hatina hezar xwendekarê zanîngeha “Cami`eyê El-Mostefa” ku %50 a wan keç in, bo torên ger û seyranê yên “Rahiyanê Nûr” hatiye kirin.

Pêka raporên belavbûyî, organa li jêr navê “Cami`êyê El-Mostefa” a rêjîma Îranê karê vê li derveyî Îranê peydakirin, rakêşan û perwerdeya îdeolojîk a terorîzma rêjîma Îranê û herwisa perwerdeya leşkerî bo xelkê biyanî ye ku bûdceyeke nerohn û bê hejmar heye û ji dahata xelkê Îranê tê dabînkirin.