Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

3 birayên kolber li heyama salekê de hatine birîndarkirin

12:11 - 4 Şibat 2024

3 birayên xelkê bajarê Pawê li heyama kêmtir ji salekê de li dema kolberiyê de ji aliyê hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê ve hatine birîndarkirin.

3 bira ên bi navên “Kosar, Ferşad û Ferdîn Rostemnijad” ên xelkê gundê “Şimşîr”ê ser bi bajarê Pawê, li heyama kêmtir ji salekê de li dema kolberiyê de bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên rêjîmê hatine birîndarkirin.

“Kosar Rostemnijad” li roja Înê 13ê Rêbendana îsal û “Ferşad û Ferdîn Rostemnijad” jî li heyva Sermawez û Reşemeya sala derbasbûyî de bi teqeya rasterast a hêzên rêjîmê li sînorên Newsûdê hatibûne birîndarkirin.

Pêka rapora “Çaw News”ê piştî ku “Kosar Rostemnijad” ser, çav û destê wî kevtine ber gulleyên hêzên rêjîma Îranê, bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya “Taliqanî” ya bajarê Kirmaşanê hatiye veguhastin û rewşa tendirûstiya wî nebaş e.