Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 4 kolber birîndar kirin

18:46 - 5 Şibat 2024

Hêzên sînorî yên rêjîma Îranê bi teqeya rasrerast 4 kolberên Kurd li devera sînorî ya Hengejalê de birîndar kirin.

Pêka raporên belavbûyî, demjimên şevêa Yekşemî 15ê Rêbendanê, hêzên leşkerî yên rêjîma Îslamiya Îranê li devera sînorî ya “Hengejal” a ser bi bajarê Banê de bi teqekirina rasterast û bê agehfarkirina berê, 4 kolberên Kurd birîndar kirine.

Pêka rapora Rêkxirava Mafîê Mirovê ya Îranê, “HRANA”yê, “Xaliq Ebûbekrî yê temen 37 salî, Elî Ebûbekrî yê 30 salî, Nasir Berî yê 40 salî û Hêmin ku nasnavê wî nehatiye zanîn” ên xelkê bajarê Banê li teqeya raserast a hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê de hatine birîndarkirin.

 Herwisa li vê raporê de hatiye ku ew kolberane xêzandar in.