Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezayê 10 sal girtîgeh bi ser girtiyekî siyasî de hate sepandin

12:08 - 6 Şibat 2024

Girtiyekî siyasiyê Kurd ê xelkê bajarê Urmiyê ku pêştir cezaya bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, bi sedema lêxweşbûna malbata kesê ku hatibû kuştinê, hilveşiya lê rêjîmê 10 sal girtigeh bi ser de sepand.

Girtiyê siyasiyê Kurd “Şakir Bêhrûz” ê kurê “Selîm” û xelkê bajaroka “Dize”ya herêma Mirgewer ser bi bajarê Urmiyê, ku tohemeta kuştina pasdarekî rêjîmê bi wî hatibû dan, ji aliyê dadgeha rêjîmê ve cezayê bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, Lê bi sedema lêxweşbûna malbata wî pasdarê rêjîmê, cezayê bidarvekirina “Şakir Bêhrûz” hilveşiya.

Ji aliyê din ve dadgeha rêjîma Îranê li bajarê Urmiyê de di cihê azadkirina wî girtiyê siyasiyê Kurd, cezayê 10 sal girtîgehê bi ser de sepand û niha navbirî li girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê de cezayê bi ser de hatî sepandin dikêşîne.

 “ Şakir” çend caran hatiye dadgehîkirin û li cezaya herî dawî de, 10 sal girtîgeh bi ser de hatiye sepandin.