Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê piştî îşkencekirina 2 kolberan, teqe li wan kirine

10:51 - 10 Şibat 2024

Hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê li sînorê “Hengejal”ê ser bi bajarê Banê, piştî binçavkirina 2 kolberan û îşkencekirina wan, li mewdayeke çend mertî de teqe li wan kolberan kirin.

Pêka rapora Ajansa Mafê Mirov a Kurdistanê, Roja Înê 20ê Rêbendanê,  2 kolberên xelkê bajarê Mihabadê yên bi navên “Yûsif û Ferzad” li sînorê Hengejalê de ji aliyê hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê ve hatine girtin û piştî nîv demjimêr lêdan û îşkencekirinê li mewdaya gelek nêzîk a çend metriyê de bi gulleyên saçmeyî teqe li wan 2 koleran kirine.

Pêka vê raporê, hêzên hov ên rêjîma Îranê piştî teqekirin bi pêyên wan 2 kolberan ew li wir bi cih hiştine û yek ji wan kolberan ê bi navê Yûsif, ku bi 10an saçme li pêyên wî ketine, bo nexweşxaneya “Selahedîn Eyûbî” ya bajarê Banê hatiye vegihastin.

Herwisa li 10ê Rêbendanê de jî hêzên sînorî yên rêjîmê tevî îşkencekirina kolberek ê bi navê “Bêhnam Şerîfiyan” ê temen 30 salî û xelkê bajarê Saqizê, bi gulleyên saçmeyî teqe li pêyên wî kiribûn û ev birîndar kirin.