Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîl 2 barimteyên li destê Hemasê rizgar kirin

11:55 - 12 Şibat 2024

Piştî êrîşa esmanî ya Îsraîl bo ser bajarê Refehê li başûrê Xezê, serbazên Îsraîlî û hêzên ewlehî yên Îsraîlê li operasiyoneke hevpar de karîn 2 barimteyên li destê milîsên Hemasê de rizgar bikin.

Pêka gotina çavkaniyên Îsraîlî, 2 barimteyên Îsraîlî yên li destê milîsên Hemasê, yên bi navên “Fernado Sîmon Marman ê temen 60 salî û Norbêrto Loyîs Har ê temen 70 salî” ku li êrîşa 7ê October de bo ser festîêvala aşitiyê de li nêzî Xezê li “Kêbots Nîr Îshaq” de ji aliyê Hemasê ve bi barimte hativbûne girtin, rizgar bikin.

Herwisa pêka wan çavkaniyan ew 2 barimteyên rizgarkirî bi rêya helîkopterekê bo nexweşxaneyekê li bajarê “Ramatgan”ê hatine veguhastin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê “Daniyêl Hagarî” ragihandiye ku hêj 137 barimte li destê hemasê de mane, gotina wî berpirsê leşkerî yê Îsraîlê li halekê deye ku hejmarek ji wan barimten jî hatine kuştin.

Îsraîlê hêj bi awayê bejayî êrîş mekiriye ser bajarê Refehê, lê bi giranî binke û navendên Hemasê li wî bajarî de topbaran dide û pêka gotina berpirsên Îsraîlê hêj 4 yekeyên leşkerî yên Hemasê li bajarê Refehê de mane û divê wek yekeyên din ji nav herin.

Hemasê 24 yekeyên leşkerî li jêr navê “Ketayib Izzedîn Qesam” hebûn ku niha bi tenê 4 ji wan mane ku li Refehê de li jêr êrîşa Artêşa Îsraîlê de ne.