Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji aliyê rêjîmê ve 5 sal girtîgeh û cezayên zêdekirî bi Xalê şehîd “Jîna Emînî” de hate sepandin

12:46 - 12 Şibat 2024

Xalê şehîd “Jîna Emînî” yê temen 30 salî yê bi navê “Sefa A`êlî” ku li devedevê salvegera şehîdkirina “Jîna”yê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin, cezayê 5 sal û 4 heyv û 14 roj girtîgeh û cezayên zêdekirî bi ser de hatiye sepandin.

Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovê ya “Hengaw”ê, “Sefa A`êlî” ji aliyê taya 1 a dadgeha Înqilab a rêjîma Îranê li bajarê Seqizê ve bi tohmeta “beşdarî li kombûn û dijayetî li dijî ewlehiya navxwe” 3 sal û 6 heyv û rojek girtîgeh û bi tohmeta “propaganda li dijî Nizam”ê 7 heyv û 26 roj girtîgeh û bi tohmeta “bêrîzîkirin bi Xamineyî”, 15 heyv û yek roj girtîgeh bi ser de hatiye sepandin.

Tevî ku derketina navbirî ji Îranê heta 2 salan hatiye qedexekirinê, nivîsîna jiyannameya yek ji hêzên serkutker ê rêjîmê ku li pêvajoya şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de hatiye kuştin û hizrînên vî bi xwe li ser wî kesî û dana vê nivîsê wek gotarek bo “Îcrayê Ehkam” û belavkirina vê bi awayê deng li toreke civakiya azad a bajarê Seqizê, bi ser de hatiye sepandin.

 “Sefa A`êlî” li 14ê Xermananê û li devedevê salvegera şehîdkirina “Jîna”yê ji aliyê hêzên ewlehî rêjîma Îranê bi tundûtîjiyê ve li mala wî de hate binçavkirin û piştre bi danîna barimteya milyardek û 200 milyon Tumenî heta dema dadgehîkirina wî, hate qazadkirin.