Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şerê Xezê û êrîşên li deryaya Sor, aboriya cîhanê xistine Metirsiyê

11:22 - 13 Şibat 2024

Sendûqa navnetewî ya diraf û Banka Cîhanî ragihandine ku şerê xezê û herwisa êrîşên Hûsiyan li deryaya sor, li ser aboriya cîhanê bûne gef.

Roja Dûşemî 23ê Rêbendanê, berpirsê Sendûqa navnetewî ya diraf û berpirsê Banka Cîhanî li cîvîna “Kombûna Cîhanî ya Dewletan” li  Dubeyê de tevî îşarekirin bi şerê Îsraîl û Milîsên Hemasê û herwisa berfirehbûna şer li devera deryaya Sor de hûşdarî dane û ragihandine ku şerê Xezê û herwisa êrîşên Hûsiyan li deryaya sor, li ser aboriya cîhanê bûne gef.

Birêvebera giştî ya Sendûqa navnetewî ya Diraf “Kirîstiyana Corcîwa” li vê derheqê de gotiye ku şerê Îsraîl û Hemasê, aboriya devera Rojhilata Navîn û bakûrê Afrîqayê xistiye bin banodora nerêniya xwe û aloziyên li deryaya sor jî bûye sedem ku xerceke giran û xisareke zêde bi kompaniyan bikeve û dorlêdana Afrîqayê bo gemiyan tevî xisara zeman, xisarên malî jî zêde kirine.

Herwisa serokê Banka Cîhanî “Acî Banga”jî li vê derheqê de gotiye ew yeka li Xezê û deryaya sor û herwisa li Ukraynê de diqewime, çalişên bingehîn in ku aboriya cîhanê digel rûberê bûye.