Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsekî hêza intizamiya rêjîmê hate kuştin

12:22 - 13 Şibat 2024

Berpirsekî ewlehî yê rêjîma Îranê li bajarê “Melayêr”ê li dema lipeyketin bi dû kesekî çekdar, ji aliyê wî kesî ve hatiye kuştin û pêka îdiayên rêjîmê, bikujê wî hatine girtin.

Pêka rapoprên belavbûyî li ragihandinên ser bi rêjîma Îranê,roja Dûşemî 23ê Rêbendanê, cihgirê fermandeyê hêzên întizamiya rêjîma Îranê li bajarê “Melayêr” bi navê “Mehmûd Xudadad”, li dema lipeyketina bi dû kesekî çekdar, ji aliyê wî kesî ve bi dijwarî hatiye birîndarkir û piştî vegihastin bo nexweşxaneyê, miriye.

Pêka raporên belavbûyî, wî piledarê rêjîmê pileya serhengî hebûye û cihgirê civakî yê fermandeyê hêza intizamiya  rêjîmê li bajrê Melayêrê de bûye.

Ragihandinên ser bi rêjîmê îdia dikin ku bikujê wî berpirsê întizamî hatiye binçavkirin.

Li vê heftiyê de hejmarek ji hêzên rêjîma Îranê û bi kirêgirtiyên xwecihî, ji aliyê xelkê ve hatine kuştin.

Roja Yekşemî yê jî, 2 bi kirêgitiyên rêjîmê bi navê "Mihemedenwer Gumşadzêhî û Ebdulhusên Belûç", kevtne ber êrîşa kesên nenaskirî û hatine kuştin.

Herwisa roja pêştir jî piledarekî spaha pasdara a terorîst ku pileya serhengî hebûye, li devera sînorî ya bajarê Serawanê de hate kuştin.

Kuştina pasdar û bi kirêgirtiyên rêjîmê li vê heftiyê, zêdetir bûye.