Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hûsiyan gemiyeke barhigir kirine rmanc

12:25 - 13 Şibat 2024

Hûsiyên Yemenê îdia kirine ku êrîş kirine ser gemiyeke şerker a Amerîkayê lê di cihê gemiya Amerîkayî, gemiyek ku hilgirê bar bo Îranê bûye, kirine armanc û xisqar gihandine vê gemiyê.

Hûsiyên Yemenê ragihandin ku gemiyeke şerker a Amerîkayê li deryaya Sor de kirine armanca mûşekan, lê pêka raporên belavbûyî ew gemiyeke barhilgir a Yûnanê ye ku bi alaya “dorgeyên Marşal”ê bûye ku bar bo qiraxava Xumênî ya Îranê dibir ku rastî 2 mûşekan hatiye û xisar bi vê gemiyê ketiye.

Berdevkê Hûsiyên Yemenê “Yehya Serî`i” îdia kir ku gemiya ku kirine armanca 2 mûçekan, gemiya şerker a “Star Ayrês”  a Amerîka bûye ku 2 mûşek bi vê gemiyê ketine.

Nûçegihaniya Roytêrz û herwisa saziya veguhastina deryayî ya Birîtaniyayê “Ambêrî” ragihandine ku ew gemiyeke barhilgir a Yûnanê bûye ku bar bo qiraxava Xumênî ya Îranê dibir ku aliyê rastê a vê gemiyê xisar pê ketiye lê ti xisarteke canî nebûye û gemî li rêya xwe bo qiraxava Xumênî berdewam e.