Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

%90 a dahata firotina nefta Îranê bi Çinê bo dabînkirina xercên milîsan e

11:00 - 9 Adar 2024

Fermandeyê “CENTCOM”ê daye zanîn ku rêjîma Îranê bo dabînkirina xercê milîsên ser bi vê rêjîmê, zêdetir ji %90 a dahata firotina neftê bi Çînê, bi kar tîne û Îran divê bizane ku vê yekê lêkevt jî hene.

Fermnandeyê “CENTCOM”ê Jênêral “Maykîl Korîla” li axaftineke xwe de li komîteya Hêzên Çekdar a  Senaya Amerîkayê de tevî îşarekirin bi rewşa Rojhilata navîn ku li aloztirîn rewşa xwe ya 50 salên derbasbûyî de ye ragihand: “Rêjîma Îranê bo dabînkirina xercê milîsên ser bi vê rêjêmê zêdetir ji %90 a dahata xwe ya li rêka firotina neftê bi Çînê, bikar tîne û piştî êrîşa Hemasê bo ser Îsraîlê, vê rêjîmê hemû milîsên xwe li rewşa amade de ragirtine.

Herwisa navbirî gotiye ku rêjîma Îranê tevî piştevanîkirin li milîsan, naxwaze digel Amerîka de bikeve nava şer û bernameya navkiya rêjîmê jî her berdewam e û hekî çeka navkî bi dest xwe ve bîne, rewşa Rojhilata Navîn bo hertimî, dê biguhere.

Jêniral Korîla herwisa got ku xala sekinandina rêjîma Îranê ev yeka ye ku divê rêjîma Îranê ji lêkevtên kiryarên xwe agehdar be her çi qas ku ew yeka jî demkî ne.

Ji aliyê din ve jî Îsraîlê bi aşkere ragihandiye ku rê nade ku rêjîma Îranê çeka navkî berhem bîne.