Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Mihabadê de spaha pasdaran madên hişber difroşe

11:18 - 9 Adar 2024

Pêka raporên xwecihî, spaha pasdaran a terorîst bi rêya dukaneke biçûk li hemberî xwendingeheke bajarê Mihabadê, cehdê dike ku madên hişber li nav dersxwanan de belav bike û wan tûş bike.

Pêka raporên xwecihî, spaha pasdaran a terorîst li kiryareke hovene û dûr ji mirovahiyê de, bi hevkariya bajarvaniya bajarê Mihabadê dukaneke biçûk li felekeya Mukuriyanê de li rûberûyê xwendingeheke nûciwanan ava kiriye û bi rêya vê dukanê cehda belavkirin û firotina madên hişber bi xwendevanan dide.

Hêzên ewlehî û leşkerî yên rêjîma Îranê bi rêya bi kirêgirtiyan û endamên spaha pasdaran û dezgehên ewlehî, cehdê dikin bi rêya belavkirina madên hişber, ciwan û nûciwanan tûş bikin û ew bernameyeke kevnar a rêjîma Îranê li dever û bajarên Rojhilatê Kurdistanê de ye û li piraniya cihan ku madên hişber têne firotin, ji aliyê kesên ser bi rêjîmê an alîkarê wan ve têne kirin.