Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li zêdetir ji 10an welatên cîhanê de xwenîşandan bo piştevanîkirin li Tûmac Salihî bi rê ve çon

12:19 - 28 Nîsan 2024

Xelkê azadîxwaz li zêdetir ji 10 welatên cîhanê de xwenîşandanên nerizayetî li hember cezaya sepandî bi ser repêr û stranbêjî Îranê “Tûmac Salihî” bi rê ve çon.

Roja Şemiyê 8ê Banemerê, beranber bi 27ê “April”, 3 roj piştî sepandina cezayê bidarvekirinê bo ser “Tûmac Salihî” yê repêrê rexnegir, li welatên wek “Danmark, Swêd, Alman,Otrîş, Îtaliya, Swîs, Firase, Birîtaniya, Biljîk, Ustraliya, Amerîka, Kanada, New Zeland û çend welatên din” de xwenîşandanên nerizayetî bo şermezarkirina cezaya sepandî bi ser Tûmac Salihî” û herwisa piştevanîkirin li wî repêr û stranbêzê rexnegir bi rê veçon.

Li Danmarkê de li bajarê Birûkselê, li Swêdî li bajarên wek “Stockholm, Yotê Borî û Upsla”,  li Alman de li bajarên “Koln, Hanover, Gotenborg û Doseldorf”, li Birîtaniya li bajarên Wek “Lenden”ê,  li Otrîşê li bajarê Viyen, li kanada li bajarên wek Otava, Venkovêr û Montrêal”ê, li Swîsê li bajareê “Zorîx”ê û herwisa li bajarê Mîlanê li Îtaliya xwenîşandanên nerizayetî bi rê ve çon.

Herwisa li bajarê Mêlborn a Ustarliya û iyaleta başûrî ya Ustraliya li bajarê “Adêlayd”, bajarên Washington û New York li Amerîka, li bajarê “Welîngton” li New Zeland”ê xwenîçandanên nerizayetî bi rê ve çone.

Li wan kombûn û xwenîşandanên nerizayetî de tevî daxwaz azadkirina Tumac Salihî û hemû girtiyên doin ên medenî û siyasî hatiye kirin.