Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Talankirina daristanên Şabatê berdewam e

12:23 - 28 Nîsan 2024

Heyamê çend sale ku rêjîma Îranê bi hêceta çêkirina rê bo rêya hesinî, ciyayên derdora şabatê talan dike û bilî têkdana xwezayê, daristanan ji nav dibe û xisarên bê veger bi wan daristanan dane.

Îdare rê û bajarsazîya Şabatê bi hêceta çêkirina rê, çendîn sal e ku daristanên Şabatê bi awayekî hovane ji nav dibe û îdareya parastîna jîngehê tevî dana îzin bi wan kawilkariyan, rê bo birîna darên “Benê” jî xwes kiriye û îdare û kesên ser bi rêjîmê bê ti rêgiriyekê, wan daristanan talan dikin û darên wan dibirin û ji nav dibin.

Pêka hinek zanyariyan îdareya Rê û Bajarsaziya parêzgeha Kirmaşanê û bajarê Şabatê heta niha ti rêyeke asinî jî çê nekirine û armanca wan kawilkirina daristanan û jinavbirina jîngeha Kurdistanê ye.

Herwisa îdareya parastina jîngeh îzin bi hinek kesên ser bi rêjîmê daye ku li demsala zistanê de ji darên Benê, şîreya daran ku dibe benîşt bi kar bînin û wan kesan bo çêkirina cihê kombûna şîreya dara Benê, bi cihê ax û heriyê, gec bi kar anîne ku ew yeka darên Benê bi tevahî hişik dike/

 ‌‌‌Heta niha îdareya parastina jîngeh bi carekê jê serdana wan daran nekiriye û bi 100an hezar dar li jêr gefa jinavçonê de ne.

Vê îdareya rêjîmê îzin dane ku 10an milyon dar ên wan daristanan bi armanca girtina şîreya dara Benê bêne bikaranîn û heta darên gelek biçûk jî bi vê armancê derbên giran pêketine.