Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Sinê de 3 çalakvanên kedkarî bo navendên ewlehî yên rêjîmê li wî bajarê hatine banghêjkirin

01:35 - 29 Nîsan 2024

Sê çalakvanên kedkarî yên bi navên “Tofîq Mehmûdî, Teyîb Çetanî û Refîq Kerîmî” bo stada xeberî ya rêjîma Îranê li bajarê Sinê, hatine banghêjkirin.

Pêka rapora ajansa “Kurdpa”yê Roja Pêncşemî 6ê Banemerê, 3 çalakvanên kedkarî yê bi navên “Tofîq Mehmûdî, Teyîb Çetanî û Refîq Kerîmî” bo stada xeberî ya rêjîma Îranê li bajarê Sinê hatine banghêjkirin û lêpirsîn ji wan hatiye kirin.

Pêka vê raporê, hêzên ewklehî bi wan 3 çalakvanên kedkarî ragihandine ku rê nadin wan ku bikarin beşdarî li rçûresma roja cîhanî ya karkeran bibin. Piştre ew 3 çalakvanên kedkariyê piştî du demjimêr lêpirsînan hatine azadkirin.

“Tofîq Mehmûdî” endamê girûpa çiyagera “Nekeroz” li bajarê Sinê û “Teyîb Çetanî û Refîq Kerîmî endamên girûpa çiyageriya “Çil Çeme” li bajarê Sinê ne.