Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sendûqa Navnetewî ya diraf: “Rêjîma Îanê 118 milyard Dolar kêmanîna bûdceya sala 1403 heye”

11:44 - 29 Nîsan 2024

Rêjîma Îranê 3 milyon û 100 hezar bermîlan neftê difroşe ku li bazaran de erzantir ji nefta Birênt e ku nirxa vê kêmtir ji 79 dolarane û bo serastkirina kêmanîna bûdceyê hewce wê neftê bi 121 Dolaran bifroşe.

Rêjîma Îranê bo serastkirina kêmanîna bûdceyê hewcehî bi firotina neft bi nirxa 121 dolarî heye ku bikare vê kêmanîna bûdeceyê serast bike û ew yeka li halekê de ku 3 milyon û 100 hezar bermîlan neftê difroşe û li bazaran de erzantir ji nefta birênt e ku nirxa vê neftê, kêmtir ji 79 dolarane.

Bazara nefta Îranê li qeyraneke micid  de ye û her bermîl nefta xelkê Îranê ji aliyê vê rêjîmê ve bi pêka rapora “Reuters”ê “13 dolaran erzantir bi Çînê tê firotin” û xuya nîne ku ew dahate jî li çi cihekê de tê xerckirin.

Pêka rapora Sendûqa navnetewî ya diraf li rapora xwe ya li jêr navê “Dûredîmena aboriya deverî ya Rojhilata Navîn û Asiyaya Navendî” de belav kiriye ku rêjîma Îranê bo sala 1403 118 milyard dolar anku zêdetir ji 1 li ser 4 a hemû aboriya Îranê, bêdce kêm aniye.

Herwisa berê jî Banka Navendî ya rêjîmê dabû zanîn ku rêjîm li sala 1402 de hezar û 310 trîlyon Tomen deyndarê bankên Îranê ye ûdeyna kabîneya rêjîmê bi Sendûqa geşeya netewî zêdtir 100 milyard Doraî ye ku ti hêviyek jî bo vegerana vî dirafî nîne û li rastiyê de û bi pêka gotina berpirsê vê sendûqê zêdetir ji 140 milyad deyna kabêneyên rêjîmê heye ku niha tê înkar kirin jî.