Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malnişînkiriyan bi lidarxistina kombûnên nerizayetî, piştevanî li Tûmac Salihî kirin.

12:33 - 29 Nîsan 2024

Malnişînkiriyan li roja Yekşemiyê de çendîn kombûnên nerzayetî li derheq givaşa rêjîmê bo ser jinan û keçan lidar xistin û herwisa tevî piştevanîkirin li Tûmac Salihî, biryara dadgea rêjîmê şermezar kirin.

Roja Yekşemî 9ê Banemerê, li çendîn bajarên Îranê de kombûnên nerizayetî yên malnişînkiriyan bi rê ve çon û wan malnişînkiriyên nerazî li kombpûna xwe de nerzayetiya xwe li derheq givaşa rêjîmê bo ser jinan û keçan dane xuya.

Wan malnişînkiriyan dirûşmên wek “dest ji hicaba bi zorê berde, pirsgirêkê me çare ser bike, hicab hicab dirûşma wan e dizî û talan karê wan e, Reîsiyê bikêrnehatî bizivire hozeyê” rû bi rêjîmê dan.

 Herwisa wan malnişînkiriyên nereazî tevî piştevanîkirin li Tûmac Salihî, biryara dadgeha rêjîmê li derheq sepandina cezayê bidarvekirinê şermezar kirin.