Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarvaniya Seqizê li devedevê roja kedkar de 170 kedkar ji kar derxistin

12:37 - 29 Nîsan 2024

Le heyma çend rojên mayî bi 11ê Banemerê, roja cîhaniya Kedkar, zêdetir ji 170 kedkarên bajarvaniya Seqizê ji kar hatine derxistin.

Pêka raporên belavbûyî, bajarvanê bajarê Seqizê, li devedevê roja kedkar de li kiryareke dije kedkarî de destdirêjî bi ser sifreya nanê 170 kedkaran kir ku bûne qurbaniyê agirê alozî û qeyrana nav rêkxiravê.

Hejmarek ji wan kedkaran bi pêspartina şêwreya bajar, cihgirên bajarvanî û feremandar ve, mijûlê kar bûn û niha bi sedema alozî li navbera Bajarvan digel hejmarek ji endamê şêwreya bajar û fermandar, ew kedkar bûne qurbaniyê fitneyên wan berpirsan û ji kar hatine derxistin.

Li vê derheqê de kalana Telegramiya “Encumena Kargeran û Ostadkaranê Banê” belav kiriye ku ew kiryara bajarvanê Seqizê li encama bandora navendên servetir de hatiye kirin.

Gotinî ye ku ew kedkarane bi girêbesta 87 roje li beşa keskatiyê, birêveberî û parêzvaniya bajarvaniyê de mijûlê kar bûne.