Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizra şaş û neguncav

00:16 - 30 Nîsan 2024

N. Hesen Mukerem

 

Bingeha mirov girêdayî ziman û kultûr û cihê  jidayîkbûna wî ye herçend ku bi derbasbûna dem û şert û mercên jiyanê û zordestiyan neçar bibin ku cihê xwe biterkîne,

Gelê me yê Kurd jî wisaye.

Yanî dagîrker bi hemû hêz û şiyana xwe hewl dide ku Kurdan neçar bike da ku Kurdistanê yanî cihê bav û kalan û cihê serhildana mirovahiyê bicih bihêlin û li welatên din yanî Ewrupa û Amerîka û … hwd de bijîn lê her Kurd in.

Herçend ku li welatên biyanî de dijîn û bi zimanê biyanî jî biaxvin jî, lê dema ji wan pirs tê kirin ku ser bi çi neteweyekê ne, yan ziman û kultûra wan çiye di bersiv de dibêjin em Kurd in û li Kurdistanê jidayîk bûne.

Heta eger ku takê Kurd nasnama xwe li cemsera mezin a Erupayê yan Amerîka û …hwd wergirtibe û wir jyabe jî lê di bingeh de Kurd e û xelkê Kurdistanê ye.

 

Çimkû jiyana zordestî û bindestiyê ev hînî vê yekê kiriy e ku hizra dûrî ji welat yan îhsasa xwedî welatbûn û bikaranîna çi peyvekê ji dagîrker re didin famkirin ku  ev kiryarên dagîrker zêdexwazî û cinayet in li derheq neteweya Kurd de û ev nikarin bêjin ku ev xelkê welatek din in ev gotina jî ji ber vê nîne ku wekheviyê nîşan bidin, ji ber ku ev behsa heqîqetê û mafê xwe dikin ne tiştek din.

Bo mînak dema li keseke Rojhilata Navîn ku li Ewrupa dijî pirs dikin ku tu kêyî? Rast dibêje ez xelkê filan welatî me, ji ber ku nasname bi sêçarîk yan pêka navçên hatinî veqetandin parve nabin û mirov nikare hevdem xwediyê çendîn nasnaman be û ev hemû zayend û pêkhate, pêka kom pêver û taybetmendiyên tam cuda hatine afirandin.

Lê, piştî derbasbûna çend sedsalan bi ser parvekirina Kurdistanê û dûrxistina parek ji Kurdan ji ax û welatê wan, dagîrkerên Kurdistanê hîn jî bi hizra şaş a xwe hewl didin Kurdan bi girtin, bidarvekirin, dûrxistin û afirandina astengiyan li pêşiya wan û cudahîdanînan, hebûna neteweya Kurd û Welatê Kurdistanê înkar bikin, lê ev hemû kiryarên han dibin sebeba heqîqeta pejrandina dagîrker bi canlibereke kêrnehatî û zêdexwaz bo azardana gelê bindest û maf lêxwarî yê Kurd, lê bi vê hizra şaş û neguncav ti carî nikarin ber bi pêşve herin û gelê Kurd înkar bikin û Kurd her roj hişyartir û mijara xwedî derketin ji nasname û Kurdistanê di nav gel de hestyartir û rojevtir dibe.

Ji ber ku mirov çiqas di bin givaşan û zordestî û dûrî welat û axa xwe be mirov evqas şoreşgir û çalaktir li berê dibe.

Dujminên gelê Kurd bi serkutkirina serhildana Agiriyê li heyama salên 1926_ 1930`an a Zayînî de li çiyayê Agirî, yan bi serkutkirina Kurdistana Sor di sedsala 20`an de yanî dinavbera salên 1914`an heta 1918`an de, yan bi herfiandina Komara Kurdisanê li Mehabadê li sala 1946`an a Zayînî de …hwd hewl dan ku hebûna gelê Kurd û welatê Kurdistanê înkar bikin lê tevî wan hemû înkaran gelê Kurd di serhildana “Jînayê” li Rojhilatê Kurdistanê yanî li sala 2022`ana Zayînî de û yan Newroza îsal yanî Newroza 2024`an li herçar parçên Kurdistanê yanî li Urmiye û Makû heta Îlam, Diyarbeker heta Wanê, li Qmişlû û li Hewlêrê heta Akirê, digel hemû astengiyên pêşiya gel hebûn, keç, xort, jin û zilmanên Kurd bi girise û coş Agirê Newrozê pêxistin û destê hevdu girtin û bi lidarxistina dîlan û şahiyê dora Agirê Newrozê, hebûn û serpêbûna gelê Kurd ji dagîrkerên Kurdistanê û tevahiya cîhanê re nîşan dan ku Kurd heye û li her cihekê be jî xwedî nasname û kultûra taybet a xwe ya Kurdî ye, û hunermendê Kurd Hesen Derizî jî di strana xwe de dibêje:  Veten qewm û kesûkar e, veten himbêz û dildar e , veten dêvaney te bixwe me eger tu min qebûl be xaka ber pêy te me eger tu min qebûl be serbazê ser rêya te me.