Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malnişînkiriyên li 10ê Banemerê, li Kurdistan û Îranê de kombûnên nerizayetî lidar xistin

00:21 - 30 Nîsan 2024

Malnişînkiriyên îdareya Muxabirat li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de kombûna nerozayretiyê lidar xistin û bi hilgirtina plakardan û dana dirûşman daxwaza pêregihîştin bi daxwaziyên xwe kirin.

Roja Dûşemî 10ê Banemerê li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên wek “Urmiye, Sine, Kirmaşan û çend bajarên din”, malnişînkiriyên îdareya Muxabirat li rûberûyê bînaya Îdareya Muxabirat li wan bajaran de kombûnên nerizayetî lidar xistin û pêdegirî li ser daxwaziyên xwe kirin.

Herwisa li bajarên Îranê de jî wek “Têhran, Tewrêz Erdebêl û çend bajarên din” de malnişînkiriyên Îdareya Muxabirat li rûberûyê bînaya Îdareya Muxabirat li wan bajaran de kombûnên nerizayetî lidar xistin.

Malnişînkiriyên îdareya Muxabirat daxwaza mafên xwe yên sendîkayî, birêveçona ayînnameya karpêdan, dabînkirina xercê dermanî û mafê bîmeyê û pêregihîştin bi rewşa jiyana xwe kirine û nerizayetiya xwe li hember xemsarî gunedana berpirsên pêwendîdar û herwisa berpirsên rêjîmê dane xuya.

Sendîkayên kedkarî, pîşeyî û heta amarên rêjîmê bi xwe jî didin xuya ku roj bi roj nanê ser sifreya xelkê kêmtir û kêmtir dibe û xelkê şiyana dabînkirina beşa herî zêde ya xercê perwerede û hînkarî, geriyan, kinc û heta xwarina xwe jî nînin.