Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li sala 1402 a rojî de zêdetir ji 2 hezar kedkar bi sedema bûyerên kar canê xwe ji dest dane

00:26 - 30 Nîsan 2024

Pêka amarên rêjîmê, li sala 1402 a Rojî de zêdetir ji 2 hezar kedkar bi sedema bûyerên kar canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 27 hezar kedkar jî birîndar bûne.

Pêka amarên ku Nûçegihaniya “ILNA” a ser bi rêjîmê belavkiriye, li sala 1402 a Rojî de 2 hezar û 115 kedkar bi sedema bûyerên kar canê xwe ji dest dane û herwisa 27 hezar û 377 kedkar jî birîndar bûne an derbe bi wan ketiye.

Serokê girûpa lêkolîn li cihê bûyeran ê Saziya Pizişkiya Dad, “Elî Ziyayî” tevî belavkirina wan amaran daye zanîn ku ji 2 hezar û 115 kedkarên ku canê xwe ji dest dane, 2 hezar û 94 ji wan mêr û 21 jî jin bûne û herwisa bi berhevdanîn digel amara canjidestdana kedkaran li sala 1401 a Rojî ku hezar û 900 kes bû, bi rêjeya %11.3 zêde bûye.

Navbirî dayue zanîn ku ji amara canjidestdana Kedkaran 983 halet bi sedema berbûn ji bilindahî û 474 helet bi sedema lêketina tiştên req, canê xwe ji dest dane û herwisa canjidestdan bi sedema berqê 289 halet, şewitîn 131 halet û kêmbûna Oksîjenê 55 halet bûne.

 Zêdetirîn amara bûyerên kar li parêzgehên Têhran, Îsfehan, Xurasanê de bûye û kêmtirîn rêje li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de bûye.

Amara serast a canjidestdan û bi taybet amara birîndarbûn û derbepêketin bi kedkaran li Îranê gelek zêdetir ji wan amarene ye û bi sedema xercê nexweşxaneyan gelek caran kedkaran nekariye bi sedema hejarî û nebûna bîmeya hewce û bi wec, serdana newxweşxaneyan bikin.