Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berî Şehîdkirina “Nîka Şakeremî”, hêzên rêjîmê destdirêjî kirine ser wê

12:48 - 30 Nîsan 2024

Pêka rapora “BBC”, “Nîka Şakeremî” nûgihana temen 16 salî ku li pêvajoya şoreşa “Jîna”yê de hatibû şehîdkirin, berî şehîdkirina vê, ev rastî destdirêjiya hêzên hov ên rêjîma Îslamiya Îranê ahtiye.

“BBC”ê ragihandiye ku raporên gelek nihênî li ber dest de hene ku naveroka dosyeya “Nîka Şakeremî” û navê bikuj û destdirêjkerên bi ser “Nîka”yê li xwe digre. Pêka vê raporê “Areş Kelhur, Sadiq Moncêzî û Bêhrûz Sadiqî” taqima binçavkirina şehîd “Nîka Şakeremî” bûne ku li jêr serperestiya “Murtêza Celîl” de bûne.

Herwisa li vê raporê de hatiye ku bi sedema berxwedana şehîd “Nîka”yê li dema binçavkirinê, vê xwe parastiye û li dema vegihastina vê keça 16 salî de bo girtîgeha rêjîma ya Êvîn”ê bi awayekî hovane ji aliyê hêzên dije miriov û tepeserker ve destdiêjî bi ser hatiye kirin û bi derbên batûman bi serê vê, ew şehîd kirine û piştre bi fermana serwan “Mihemed Zemanî” li şeqamaeke bê hatinûçûnê de li otûbana yadigar li bajarê Têhranê de bi cih hiştine.

Rêjîma Îranê û pizişkiya dad a vê rêjîmê, li çendîn raporan de sedema şehîdbûna “Nîka Şakeremî” bi xwekujî û xwe avêtin ji ser banê bînayekê ragihandibûn.

Şehîd “Nîka Şakeremî” Xelka bajarê Xuremabada Luristanê û rûniştiyê bajarê Têhranê bû ku li pêvajoya xwenîşandanên tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê de roleke çalak hebû û bi sedema dana dirûşman bi dijî rêjîma Îranê û Elî xamineyî, li 29ê Xermanana 1401 a Rojî ji aliyê hêzên hov ên ewlehî yên rîêjîma Îranê wek lîderê Nerzayetiyan” hate binçavkirin û bi awayeke hovane, hate şehîdkirin.