Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsên rêjîma Îranê biryara sepandina hicaba bi zorê dane

18:37 - 2 Gulan 2024

Pêka gotina fermadeyê hêza hov a întizamî ya rêjîma Îranê, ji aliyê Îbrahîm Reîsî, Muhsun Êjêyî û Muhemedbaqir qalîbaf ve bi tekezî bi wan hêzên hov hatiye ragihandin ku divê hicaba bi zorê bi ser xelkê de bisepîûnin.

Roja Pêncşemî 13ê Banemera 1402 a Rojî “Ehmedriza Radan” ê fermadeyê hêza hov û dije mirovahî  ya întizamiya rêjîma Îranê gotiye ku hêza întizamî bi fermana Îbrahîm Reîsî yê serkomarê rêjîmê, Xulamhusên Muhsinî Êjêyî yê serokê dezgeha dad a rêjîmê, Ehmed Wehîdî yê Wezîrê Navxwe û bi piştevaniya nûnerên meclîsa rêjîmê û serokê meclîsê, bo birêvebirina biryara sepandina hicaba bi zorê bi hatine erkdarkirin ku bi rê ve bibin.

Ew yeka li halekê de ye ku berpirsên rêjîmê hinek caran biryara sepandina hicaba bi zorê li stuyê xwe nedigirtin û ew bi hêzeke xwebexş didane xuya.

Bi îtirafên wiha yên berpirsên hov ên leşkerî û întizamî, tê xuya ku hicaba bi zorê ji aliyê hemû berpirsên rêjîmê ve bi tekezî hatiye pesendkirin û biryara sepandina hicaba bi zorê jî biryareke rêjîma dije mirov a Îslamiya Îranê ye û hemû berpirsên rêjîmê ji rêberê rêjîmê, serok û nûnerên meclîsa rêjîmê jî li encamdana wan cinayetên rêjîmê de hevpar û xwedî rol in.