Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên çekdare rêjîma Îranê, li hember kolberan de cinayetên zêdetir dikin

12:05 - 4 Gulan 2024

Hêzên hov ên sînorî yên rêjîma Îranê bi zanebûn bi gulleyên saçmeyî teqe li çavê kolberekî  temen 17salî kirine û metirsiay korbûna çavên wî heye û herwisa kolberekî dinê jî li sînorê Newsûdê bi dijwarî kurtane.

Pêka raporên belavbûyî, roja Înê 14ê Banemerê, hêzên hov ên rêjîma Îranê li sînorê bajarê Serdeştî de bi zanebûn teqe li çavên “Ariyan” ku kolberekî temen 17 saliye kirine û metirsiya korbûn û jinavçona her 2 çasvên wî heye.

Aryan ê temen 17 salî, xelkê gundê “Sawan”ê ser bi bajarê Serdeştê ye û bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

Herwisa li sînorê Newsûdê de jî kolberek bi navê “Şehram ku nasnavê wî nehatite zanîn ê xelkê Şahoya bajarê Rewanserê, ji aliyê hêzên hov ên henga sînorî ya rêjîmê ve bi tundî û dijwarî hatiye kutan ku li encam de birîndar bûye.

Pêka rapora “Kolber News”ê serê “Şehram” bi derbên qudaxa çekê bi dijwarî birîndar kirine û difina wî jî şikandine.