Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

14 welatiyên xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin

12:08 - 4 Gulan 2024

Li heyama çend rojên derbasbûyî 14 welatiyên xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin.

Pêka raporta “Kolber News”ê li çend rojên derbasbûyî de hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê “Yûsif Hacî Xoş, Selah Qazî, Hisamedîn Mehmûdî, Mihemed Sultanpûr, Xefûr Şêx Mihemedî, Ceifer Resûlî, Hesen Resûlî, Mewlûd Rûsta, Hadî Lave, Ako Îbrahîmî, Omîd Reşîdpak, Fexredîn Moderrsî, Selah Qazî û Arman Îbrahîmî, ên xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rêjîmê ve hatine girtin û bo cihê nexuya hatine veguhestin.

Pêka raporta “Kolber News”ê, 6 welatî yên bi navên “Hesen Resûlî û Mewlûd Rûsta xelkê gundê Hesen Nûran, Mihemed Sultanpûr xelkê gundê Dehşems, Xefûr Şêx Mihemedî yê temen 50 salî xelkê gundê “Aliyawa” û Cefer Resûlî temen 36 salî xelkê gundê Bêmzortê, Ako Îbrahîmî xelkê gundê “Alkawê”(Eliyawa) ji aliyê hêzên îtilaata spaha pasdaran a terorîst ve li bajarê Şinoyêhatin girtin.

Heta dema amadekirina wî nûçeyî, ti zaniyariyek li derheq sedem û tohmeta ku ev kesane li ser hatine binçavkirin, ber dest nîne.