Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî nûgihan bi sedema gulleyên rêjîmê çavek xwe ji dest da

16:57 - 5 Gulan 2024

Ariyan Memendî, kolberê temen 17 salî ku bi gulleyên hêzên sinorî bi dijwarî hatibû birîndarkirin, çaveke xwe ji dest da.

Pêka rapora ajansa “Kurdpa”yê, “Ariyan Memendî”, kolberê temen 17 salî yê xelkê bajarê Serdeştê roja Înê li devera sînoriya “Sawan”ê ser bi bajarê Serdeştê,li encama teqeya hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê, bi gulleyên saçmeyî bi dijwarî hatibû birîndarkirin ku niha li nexweşxaneyê de hatiye razandin û çavekî xwe ji dest daye.

Pêka rapora Kurdpayê, ew nûgihanê kolber li nexweşxaneya pisporî ya çav li bajarê Tewrêzê de hatiye razandin û çareseriya pizîşkiya wî berdewam e.

Hêzên hov û dije mirov ên sînorî yên rêjîma Îranê bi zanebûn û bi gulleyên saçmeyî teqe li serûçavên “Ariyan Memendî” kirine û ew bi dijwarî birîndar kirine û heta niha çavekî wî kor bûye.

Hêzên sînorî yên rêjîmê bi zanebûn û teqeya rasterast kolberan dikin armanca gulleyan û li mewdayên gelek nêzîk ve jî bi gulleyên çacmeyê teqê li wan dikin û armanca wan kuştin an kêmendamkirina kolberan e û hêzên sînorî tevî encamdana wan cinayetên xwe, li dema binçavkirina kolberan de jî, xwe ji her cure bêrêzîkirin û lêdan û kutana kolberan, naparêzin.