Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê 4 binçavkiriyên din jî bidar vekirin

17:01 - 5 Gulan 2024

Rêjîma dije mirov a Îranê li sibêdeha roja Şemî 15ê Banemerê li bajarên Kirmaşan, Qezvên û Zencanê de 4 binşavkirî bidar vekirin.

Pêka rapora Navenda Mafê mirovê Îranê, roja Şemî 15ê Banemerê, 4 girtî li girtîgehên rêjîmê li bajarên Kirmaşan, Qezvên û Zencanê de hatine bidarvekirin ku 2 kes ji wan kesan li girtîgeha rêjîmê li bajarê Zencanê de bûye û nasnameya wan “Sohrab Refî`iyan” ê temen 35 salî û “Morteza Ezîmî” yê temen 40 salî û xelkê bajarê Zencanê, hatine ragihandin.

 herwisa li vê raporê de hatiye Ku ev kesane bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatine bidarvekirin.

Pêka vê raporê “Murteza Refî`iyan” bavê zarokekî kêmendam e.

Zanyariyên zêdetir li derheq nasnameya binçavkiriyên bidarvekirî li girtîgehên rêjîmê li bajarên Kirmaşan û Qezvênê, li ber dest nînin.

Pêka dawî amaran, rêjîma Îranê bi gelemper li her 5 demjimêran de binçavkiriyekî bidar diveke û armanca vê rêjîmê ji wan kiryarên dije mirovî, tirsandina xelkê bo rêgirî ji serhildan û xwenîşandanên nerizayetiyê ye.