Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binyamîn Netanyaho bernameya nû ya paşeroja Xezê eşkere kir

17:03 - 5 Gulan 2024

Serokwezîrê Îsraîl, bernameyeke nû bo paşeroja Xezê eşkere kir ku li 3 qonaxan de dê Xezê bike navendeke geşeya aborî û xelkê Xezê dê bikarin xwebirêvebiyeke îdarî bi dest xwe ve bînin.

Pêka gotina Binyamîn Netanyaho yê Serokwezîrê Îsraîl, projeya avedankirina Xezê li 3 qonaxan de dê bi rê ve here û piştî 10 salan Xeze dê bibe navendeke girîng a aborî û yek ji bajarên herî giring ê qiraxavî li deryaya Naverast.

Pêka projeya Binyamîn Netanyaho, Xezê li wan 3 qonaxan de dê bigihîje xwebirêveberî anku Xudmuxtariyê.

Pêka vê perojeyê, piştî nemana Hemas li Xezê û dawîhatin bi şer, li qonaxa yekem de deverên ewleh ji aliyê Îsraîlê ve li devera Xezê dê bêne avakirin û welatên Erebî tevî dabeşkirina alîkariyên mirovî, dê çavdêriyê jî li ser bikin.

Li qonaxa 2yê de hevpeymaniyeke Erebî li navendek a li jêr navê “Îdareya geşedana Xezê” dê çavdêriyê bi ser avakirina nû û birêvebirina karûbarên malî li Xezê û Felestîniyên li Xezê de bike û deverê bi rê ve bibe û berpirsatiya vê li stuyê xwe bigre.

Li qonaxa 3yê de jî ku bi navê qonaxa Xwebirêveberî hatiye binavkirinê, desthilat dê bi hêdî hêdî bi dewleta deveriya Xezê an dewleta yekgirtiya Felestînê bê spartin û ewlehiya Îsraîlê dê bê garantîkirin û Felestînî dê tevlî peymannameya Îbrahîm bibin.