Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Zahidanê de li navbera kesên çekdar ên nenaskirî û hêzên rêjîmê şer qewimî

17:06 - 5 Gulan 2024

Demjimêrên şeva derbasbûyî, li şeqameke bajarê Zahidanê de li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê şer û pevçona çekdarî li navbera hêzeke nenaskirî û hêzên hov ên rêjîma Îranê de qewimî.

Pêka rapora Resedê Belûçistanê, li demjimêrên şevê 15ê Banemerê li şeqama “Koser 27” a bajarê Zahidanê de li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, şer û pevçoneke çekdarî li navbera hêzeke nenaskirî û hêzên hov ên rêjîma Îranê qewimiye û hêj amarên serast ên kuştî an birîndaran belav nebûne.

Pêka raporên belavbûyî rêjîma Îranê hêzeke zêde ya leşkerî li vê şeqamê de cihgîr kiribûn.

Pêka rapora Halveş, dironên sîxurî yên rêjîmê li esmanê bajarê Zahidanê de bi taybet li ser tax û şeqama ku şer qewimiye, geriyane.

Pêka vê raporê kesên nenaskirî yên çekdar digel hêzên ewlehî û kinc medenî yên rêjîmê de ew şere kirine û şer zêdetir ji 2 demjimêran berdewam bûye.

Heta niha zanyariyeke serast li derheq rêjeya kuştî û birîndarên rêjîmê û herwisa aliyê din li ber dest nîne.

Rêjîma Îranê cehda perdepoşkirina wî şerî dide û dixwaze hizra giştî ji rê derxîne.