Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îtilaata spaha pasdaran a terorîst ciwanekî xelkê Şinoyê binçav kirin

12:38 - 1 Gulan 2024

Hêzên hov ên Îtilaata spaha pasdaran a terorîst li bajarê Şinoyê de ciwanekî temen 24 salî yê xelkê bajarê Şinoyê bi tundûtîjî binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Pêka raporên belavbûyî, “Ako Îbrahîmî” yê temen 24 salî yê kurmamê şehîd “Mihyedîn Îbrahîmî”, ê xelkê gundê “Alkawê”, roja Sêşemî 11ê Banemerê, ji aliyê hêzên hov ên îtilaata spah pasdaran a terorîst ve li qawexaneyeke taxa Taçînawê a bajarê Şinoyê bi lêdan û kutan û tundûtîjiyê ve binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Pêka rapora Kempêyna Berevanî li Girtiyên Siyasî û Medenî” binçavkirina “Ako Îbrahîmî” bi tundûtîjî û lêdan û kutanê, nigeraniyeke micid xistiye dilê malbata wî.

Şehîd “Mihyedîn Îbrahîmî” yê girtiyê siyasiyê Kurd li 12ê Xezelwera 1396 li encama teqeya hêzên ewlehî yên rêjîmê birîndar bibû û bi birîndarî hate binçavkirin û çendîn heyvan li jêr îşkenceyên hovane de li odeyên takekesî de hate îşkencekirin û li 26ê Befranbara 1401 li girtîgeha rêjîmê li bajarê Urmiyê de hate bidarvekirin û şehîd bû.

Heta niha ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin, tohmetên sepandî û cihê ragirtina “Ako Îbrahîmî” li ber dest nîne.