Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binçavkirina welatiyan ji aliyê rêjîmê bi sedema beşdarî li rêûresma Newrozê berdewam e

12:06 - 9 Gulan 2024

Hêzên hov û dije mirov yên îtilaata spaha pasdaran a terorîst 2 çalakvanên jîngehparêz ên xelkê bajaraê Pîranşarê, bi sedema beşdariya wan li rêûresma Newrozê, binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Pêka rapora “Hengaw”ê roja Çarşemî 19ê Banemerê, 2 çalakvanên jîngehparêz ên bi navên “Hacî Berze”yê xelkê gundê “Çiyane” û “Eyûb Resûlzade” yê xelkê gundê “Zengiyawê” ser bi bajarê Pîranşarê, ji aliyê hêzên îtilaata a spaha pasdaran ve bê hebûna ti belgeyeke yasayî, binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhastine.

Pêka rapora “Hengaw”ê sedema binçavkirina wan 2 çalakvanên jîngehparêz, beşdariya wan li rêûresma Newroza îsal, bûye.

Spaha pasdaran a terorîst li vê dawiyê de p;leke ferfireh a  binçavkirina welatiyan destpê kiriye û bi hêceta beşdariya wan li rêûresma Newroza îsal ku şikestek bo rêjîma Îslamiya Îranê bû, her rojê givaşên xwe bi ser welatiyên Kurd de zêdetir dike.

Heta niha lipeyketina malbatên wan 2 çalakvanên jîngehparêz bê encam maye û ji tohmetên sepandî, rewşa tendirûstî û cihê ragirtina wan çalakvanên Kurd ti zanyariuyek li ber dest nîne.