Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Lêborîna Navnetewî, êrîşa rêjîma Îranê bo ser Jinan şermezar kir

12:09 - 9 Gulan 2024

Saziya lêborîna Navnetwî, li daxuyaniyekê de, êrîş û şerê rêjîma Îranê bi dijî Jin û Keçan bi hêceta Hicaba bi zorê, mehkum kir û daxwaz ji rêjîma Îranê kir ku hindî zû dawiyê bi tepeseriya jinan bîne.

Lêborîna Navnetewî di nameyekê de bo “Xulam Husêyn Muhsiniyê Ejeyî” serokê dezgeha dadweriya rêjîmê nivisî: Tepeseriya hovaneye Jinan û Kiçan bi hêceta Hicaba bi zorî, şerê rêjîmê bi dijî Jinan binav kir

Lêborîna Navnetewî bi belavkirina daxuyaniyekê naveroka daxwaz û nama xwe bo deshilatdarên rêjîma Îranê aşere kir ku tê de amaje bi hatiye kirin ku rêjîm bi hêceta cîbicîkirina Terhê “Nûr” hêzên rêjîmê kevtine canê xelkê û li nava bajaran de tepeseriya herî hovane encam didin.

Lêborîna Navnetewî ragihand ev pêla tepeseriyê li meha derbasbûyî ve berfirehtir û tundtir bûye û Jin û Keç dikevne ber azar û girtin û tundûtîjiyê û lêdanê û tundûtîjiya cinsî, şokên îliktirîkî, Hemî bi hêceta hicaba bi zoriye, lê li rastî de çêkirina rewşa tunde ewlehî û tepeseriya dengê xelkê wêzarbûyî ye.

Lêborînsa Navnetewî ev kiryarên hovaneye rêjîmê bi tundî şermezar kirin û daxwaz kir ku bila tepeserî bête sekinandin.