Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Maşîna teror a rêjîmê li Belûçistanê li rojekê de 4 kes ji xelkê Belûç kuştin

12:34 - 9 Gulan 2024

Kesên nenaskirî li bajarê “Xaş”ê de cîwanekî Belûç bi derba çeqûyan kuştin û li bajarê Raskê de jî kesên nenaskirî nûciwaneke temen 17 salî bi gulleyan kuştine û 2 kesên din jî hatine terorkirin û kuştin.

Li halekê de ku maşîna teror a rêjîmê li Belûçistanê de her rojê canê hevwelatiyên Belûç ji wan distîne, li roja Sêşemî 18ê Banemerê li bajarê Xaşê de, kesên nenaskirî bi derba çeqûyan ciwanekî Belûç ê bi navê “Ebdulmalik Rehmetzihî” yê temen 33 salî û kurê “Salih”, yê xelkê gundê “Çahsem”ê ser bi bajarê “Xaşê” kuştin.

Pêka rapora Resedê Belûçistanê, ““Ebdulmalik Rehmetzihî” ku digel malbata xwe li bajarê Xaşê de bûye kevtiye ber êrîşa 2 ajotvanên motorsîkletê û reha gerdena wî ji aliyê wan kesên nenaskirî ve hatiye birîn û li dema gihandin bo nexweşxaeyê li rê de canê xwe ji dest daye.

Pêka rapora “Kempêyna Çalakvanên Belûç” roja Sêşemî 18ê Banemerê, li bajarê Rask”ê de jî nûgihanek Belûç ê temen 17 salî yê bi navê “Mihemed Bêhî” rastî êrîşa ajotvanên motorsîkletan hatiye û piştî revandina wî, 3 gulle lêxistine û tevî hemû cehda xelkê bo rizgarkirina wî û gihandin bi nexweşxaneyê ew nûgihan li rêya gihandin bi nexweşxaneyê de canê xwe ji dest adye.

Terorîstên rêjîma Îranê roja Sêşemî 18ê Banemerê, stranbêjê Belûç “Bilal Nesroyî” li bajarê Zahidanê û çalakvanekî Belûç yê bi navê “Fîrûz Nironî” yê xelkê bajarê “Xaş”ê  li bajarê “Dalbendîn” a Pakistanê de bi rêya kesên nenaskirî teror kirin û kuştin.