Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hate girtin

11:41 - 2 Gulan 2024

Şeva Sêşemî 11ê Banemera 1403 a Rojî, welatiyekî Kurd ê bi navê Cefer Resûllî, akinciyê gundê Bêmzurtê yê ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî vehate girtin û bo cihekî nexûya hate veguhastin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa yê, hêzên ewlehî bi bê nîşandana belgeya yasayî navbirî girtine.

Kurdpayê herwiha ragehand: lipeyketinên malbata Ceifer Resûllî bo agehdarbûn ji rewş û çarenivîsa navbirî bê encam mane.

Ceifer Resûlî yê temen 36 salî, xîzandare û bavê 2 zarokane.

Heya dema belavbûna vê nûçeyî sedema girtin û tohmetên sepandî bi ser navbirî de ti zanyariyek liber dest nîne.