Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştevaniya rêjîma Sûriyê ji Îmaratê, nîşaneyeke din ji şikesta siyasiya rêjîma Îranê ye

12:26 - 19 Gulan 2024

Li halekê de ku rêjîma Îslamiya Îranê bi hemû awayek piştevanî li rêjîma Sûriyê dike, rêjîma Sûriyê li mijara pirsgirêka li navbera rêjîma Îranê û Îmaratê li ser 3 giravan, piştevanî ji Îmaratê kir.

Pirsgirêka 3 giravên li kendavê li navbera Îran û Îmaratê heyameke dirêj e ku heye û her carê bi sedemkê ew pirsgirêke dikeve rojevê, lê vê carê rêjîma Sûriyê li vê mijarê de piştevanî ji îdiaya Îmaratê kir û ragihand ku ew 3 giravên “Tonbê biçûk, Tunbê mezin û Ebûmûsa” ser bi axa Îmaratê ne.

“Beşar Esed” li kombûna serokên welatên Erebî de bi fermî wajo kir ku ew 3 dorgeye ser bi axa Îmaratê ne û ew yeka li halekê de ye ku çendîn dehik in ku rêjîma Îranê bê beranber alîkariya tevav dide vê rêjîmê û bi hemû awayekê piştevaniya vê rêjîmê dike û aborî û xweşbijîviya xelkê Îranê qurbaniyê piştevanî ji vê rêjîmê kiriye.

Ew yeka dide xuya ku siyaseta rêjîma Îranê li ser pêgeheke wehmî hatiye avakirin û heta niha çendîn caran, welatên “Çîn, Rûsiye û Sûriyê” li mijarên hestiyar de li dijî rêîjîma Îranê biryar dane lê rêjîma îslamiya Îranê wan siyasetên xwe yên îflaskirî didomîne û qurbaniyên vê siyaseta şikestxwarî xelkê Îranê ye.