Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

22’ê Rêbendanê û encamên wê

20:11 - 26 Şibat 2013

Dara Natiq

Neteweyên zulmlêkirî ji aliyê rejîma Paşatiyê ve, di sala 1357’an de, bi merema rizgarbûn ji zulm û sitema civakî û siyasî, û derbazbûn ji bêçareyî û tepeserkirinên rejîma Paşatiyê, serhildanek seranserî pêk anîn. Serhildanek ku tewahiya tex û qatên civaka zulmlêkirî a Îranê, bi awayek ektîv û di pêxema rizgarî û bidestxistan mafên netewî û dabînkirina sîstemek azad û dêmokratîk, li ser bingeha dadperweriya civakî, di navbera tewahiya pêkhateyên welat de beşdar bûn. Şoreşek ku bi fîdakariya netewên têniyê azadî û serbestiyê, di 22’ê Rêbendana sala 1357’an de, dawî bi deshilata 50 salî a malbata Pehlewî anî.
Mixabin axûndên Îranê di bin siya rênîşanderî û biryarên Xomeynî û hevhizrên wî de, bi mifahwergirtin ji hesta olî ya xelkê û dana hijmarek qewl û sozên xapîner, encama şoreşê ji rê derxistin û deskevtên wê ku bi xwîna hezaran xortên azadîxwaz hatibûn avdan, bi talan birin.
Xomeynî û hevhizrên wî di demek kurt de karîn ku perûbalên xwe bi ser welat de bikişînin û di refrandomek nedemokratîk de, di 10’ê Xakelêweya sala 1358’an de, xelkê neçar bikin ku di navbera rejîma Paşatî û Komara Îslamî de yêkê hilbijêrin, û herweha derfeta beşdariyê bi tu partî û rêxistinek din nehat dan ku beşdariyê di refrandomê de bikin. Refrandomek ku ji aliyê PDKÎ ve bi nedemokratîk û xapîner hat nasandin û di helwêstek dîrokî de hat baykotkirin.
Hatina Xomeynî û hevhizrên wî bo ser deshilatê bi vî awayî, cardin bû sedema çêbûna dîktatoriyê û qederek nediyar û ketine nav telika mirovên dirinde û birçî, ku weke gurê har azadixwazên welat jinav birin û, welat bi tevahî milîtarîze kirin.
Komara Îslamî ku li ser bingeha eqliyeta sedsalên navîn hatibû avakirin, bi awayek nedemokratîk û xwesepandin deshilat bi destve girtin. Bi awayê hovîtî û mêtodên nemirovane, dest avêtin tepeserkirin û zext û gîvaşa ser azadîxwazên welat û pêş bi her pêvajoyek azadîxwazî girtin û herweha bersiva xwastekên rewa ên neteweyên Îranê ku yek ji wan neteweya mafxwaz a Kurd e, bi agir û asin dan. Xomeynî di fitwayekê de ku bi dijî xelkê Kurd ragehand, şerek seranserî li Kurdistan xiste rê û bi hezaran kesî ji xelkê bêtawan ê Kurdistanê qetil kirin û bi sedan gund kavil kirin.

Qedexekirina tekoşînên medenî û mafxwazane, helandina çandî û kultûrî, ewlehîkirina rewşa welat, avakirina nawendên sîxurî, daxistina zanîngeh û nawendên rewşenbîrî di navxwe ya welat, û herweha siyaseta geşepêdana terorîzmê, destxistina di nav karûbarên welatên din, hewildan bo gehiştin bi çeka etomî, binpêkirina mafê mirov, giranî, bêkarî û bi dehan diyardeyên din, pişta xelkê şikandine.

Rejîmê di salvegera avakirina xwe de, bi gefxwarinan û bi zorî xelk neçar kir ku derkevin kolanan, da ku salvegera avabûna xwe birêve bibe, lê serbarê hemû hewl û gefxwarinên rejîmê, dîsan jî bi taybet li Kurdistanê de xelkek kêm beşdarî di vê salvegerê de kirin.