Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

25`ê Gelawêjê salvegera avakirina PDKÎ bilind hate ragirtin

13:11 - 13 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Li Kurdistanê bi merema bilindragirtina salroja avakirina PDKÎ, endam û alîgirên PDKÎ bi awayê berdewam çalakiyên tebilîxî lidar dixin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, endam û alîgirên PDKÎ li gund û bajarên Kurdistanê, bi boneya 73.mîn salroja avakirina PDKÎ çalakiyên tebilîxî bi rêve birin, û yad û bîra vê roja pîroz, bilind ragirtin.

Têkoşerên Demokrat li bajarê Mehabadê bi boneya vê roja dîrokî li cihên wekî”: Tirba Pêşewa, Li ser sûlava zankoya Azad a Mehabadê, Girê pişt Sê Aşan, Alaya pîroz a Kurdistanê bi dirêjahiya 2 metran û panahiya 1 metran hildan.