Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

6 rêxiravên Ciwanên Kurdistana rojhilat , konfiransa Ciwanên kurdê 4 parçên kurdistanî li Amûdê baykot kirin

20:50 - 25 Adar 2013

Kurdistanmedia: 6 rêxiravên Ciwanên Kurdistan a Îran seba bi rêveçona konfiransa Ciwanên her 4 parçên Kurdistan û bi hizbî kirina wê konfiransê seba amancên PKK, daxuyaniyek weşandiye.
Kopiyek ji wê daxuyaniyê bi malpra Kurdistan mîdya gihîştiye.

Deqa daxuyaniyê:
Beyan nama 6 rêxiravên taybet bi lawan li Kurdistan a Îran, ser pirsgirêka konfiransa lawên kurd li Amûd

Esla beyan namê:
Hevwelatiyên bi rêz,
Xelkê têkoşerê Kurdistan,
Lawên kurd li hemû parçên Kurdistanê,
Rêxiravên taybetî lawên kurd,

Demeke ku pirs û ra guhirîne, bi amanca anîn pêya 3yimîn konfiransa Ciwanên 4 parçên Kurdistan li nawa rêxiravên taybet bi lawan hatiye bas kirin û gorekî zaniyariyan hinek ji rêxiravan û bi taybet rêxiravên PKK dixwazin li şarê Amûd ê li Kurdistana rojava wê konfiransê bi rê bibin.

Wê barê de em wek rêxiravên lawên Kurdistan a Îran hemuyan agadar dikin ku em pişikdariya konfiranse ha nakin û gorekî pîwerên cur bi cur ku bûne pêşgir ji geş kirina hizra netewiya lawên kurd û bi taybet ew xalên ku li bi tên , ku rastiya rojaneya nawçê û Kurdistana rojavaye û pitira wê bona bi berjewndiya xelkên Kurdistan û lawên kurd nabînin.

1-Welatê Sûriyê ku heya niha tûşî şerik xwînavî li nawbera rêjîma beisa Sûriyê û encomena niştimanî û sipaha azad vî welatiye û paşî bihara erebî rojê bi dehan kesên bê tawan dibne gorî polîtîka dij mirovantiya binemala Esed, ew ji wê rastiyê tîne ber holê ku niha ciyek baş li barê hêminî nine ji bo bi rê birina konfiransek ha.

2- gorek biryara konfiransa 2yim a lawên 4 parşên Kurdistan, rêxiravên rojavaya Kurdistanê gere ew konfiransa bi rêwe bibra! Lê heya niha PKK rêbirina wê konfiransê girtiye destê xwe û lawên rojavaya Kurdistan çi rolek li birêbirina wê konfiransê de çininin.

3- gorekî zanînên encamî pitira rêxiravên taybet bi lawan ji 4 parçên Kurdistanê pişikdarî li wê konfiransê de nakin, ku haye NABE wek konfiransa 3yimîn a lawên 4 parçên Kurdistan BINAV bikin.
4- li wê demê ku bi hezaran hevweltiyên kurdê rojava awarê başûra Kurdistanin û li kempên Domîz û …h.d. rûniştine, gelo ma nedibû ew konfiransa bi formek sembolik li wir bi rê çoba? Yan ku pêdegirî ser ewê bikin ku li naw hundirê rojavaaya Kurdistan bînin pê û dibînin ku rojane bi sedema nehêminî jimarek berçav ji xelkên bêtawanên kurd aware dibin û tên gorî kirin!
Kutayiyê de ducar dikin ku konfiransek ha nikare bi navê konfiransa lawên 4 parçên Kurdistan binav bikin , bel ku ew hewlek hizbiyaneye bo amancên hizbiyane a PKK ku jê re dixebite.
Bijî kurd bijî Kurdistan


-Nawenda lawanî pêşrew
- yêkitiya lawên dimokrat a Kurdistan a Îran
- komeleyî lawanî rojhilat
-lawanî yekyetî şorişgêranî Kurdistan
- nawendî lawanî xebatî Kurdistanî Îran
- lawanî yekyetî dimokratî Kurdistan