Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

679 kuştî piştî agirbestê li Sûriyê

16:55 - 6 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Piştî ku rejîma Sûriyê soz da li gor gellaleya “Ennan” tun û tûjiyan rabigre, di vê demê ve heya niha wê rejîmê 679 kes kuştine.


Gorî ku malpera “Avestakurd”ê ragihandiye, ji 12’ê Nîsana 2012’an ve ku biryara agirbestê li Sûriyê hat dayîn, rejîma Beşar Esed ew agirbest şikand û ji wê demê ve heya niha 679 kes ji xelkê nerazî di bajarên Sûriyê de hatine kuştin.

Xêncî êrîş û operasyonên rejîmê bo ser xelkê, heyamek e di bajarên Sûriyê de teqîn çêdibin û heya niha sedan kesan di bûyerên wan teqînan de cane xwe ji dest dane.

Li gorî çavkaniyê Konseya Şoreşa Sûriyê ragihandiye, di dema agirbestê de heya niha 679 kes di nav de 41 zarok û 44 jin hatine kuştin.