Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka “ENKS” dawetî Waşîngtonê kir

20:37 - 28 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Heftiya li pêş de, heyeta Encumena Niştimanî a Kurd li Sûriyê “ENKS” bi dawetek fermî seredana Amerîkayê dike.


Lio gor rapora nûeçêgihaniya “Avestakurd” ê,ENKS bi fermî seredana Amerîkayê dike û ev seredane li ser daxwaza wezareta derve ya Amerîka dibe.
Di vê seredanê de, heyeta han dê ligel “Hîlarî Kilînton” Wezîra Kar û Barên Derve ên Amerîkayê û herweha rayedarên dewleta “USA” hevdîtinan pêk bînin.
Seredan û hevdîtinên “ENKS” roja 7’ê Gulana 2012’an dê li Amerîkayê pêk werin û heyamê 4 rojan berdewan bikin.
Weke tê zanîn “ENKS” ji 15 partî, komên ciwanan û hin kesên serbixwe ve pêk tê.
Encumena Nîştimanî a Kurd li Sûriyê di doma nerazîtiyên xelkê Sûriyê de û xwedî derketin ji Kurdên wê parçeya Kurdistanê di Cotmeha 2011’an de li Qamişlo hat damezirandin.