Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka li ser riya hilbijartinek girîng

12:33 - 12 Çirriya paşîn 2012

Ebdula Hicab

Karîgeriya bahoza “Sandy” li ser hilbijartina serokkomariya Amerîka, eger demdirêj nebe jî, wê li ser hin kesên ku hê carê biryar nedane ka dengê xwe bikar bînin an ne, an dengê xwe bidin kê bê bandor nebe. Di rewşekê de ku li gor rapirsînan, navbera dengên her yek ji berendamên Demokrat û Komarîxwaz hindî ji roja hilbijartinê nêzîk dibe kêmtir dibe , ew deng wê bikarin çarenûsa hilbijartinê biguherin. Gelek asaiye ku di rewşên qeyranê de her demê serkomar, eger ji xwe berendamên dewreyek nû ya serokatiya welat be, hem derfet û hem jî tirsa hindê heye ku şansekê qazanc bike an bidorîne. Çend rojên pêşiya me û şêweya dan û standina û birêvebirina rewşa qeyraniye ku ji ber bahoza Sandy hatiye pêş wê ji bo Barack Obama giringiyek taybet hebe.
Di gel wê rewşê, şêweya propagendeya her du berendaman û mijarên ku her yek ji wan tînin rojeva civaka Amerîka jî, wê li ser encamên hilbijartinê bê bandor nebe. Her yek ji berendaman bi milyaran dolar ji bo belavkirina mesaja xwe ya siyasî bi kar tînin. Giraniya propagendayê di rojên beriya hilbijartinê tê kirin. Lê ji ber bahoza rabûyî û pêwîstiya herêmên ku ketine ber karesata lehiya ji ber bahozê bi alîkariya dem û dest, her du berendaman propagendaya hilbijartinê ji bo demekê sekinandin. Ew rawestandin dikare karîgeriyê li ser şansê Mitt Romney danê, ji ber ku wî pitir ji serkomar pêwîstî bi hindê heye ku mesaja xwe ya nû bigehîne hilbijêran.

Lê bi tenê rewşa qeyraniye niha û propagendeya hilbijartinê çaresnûsa serokkomariya Amerîka diyar nakin. Her yek ji berendaman nûneratiya têgeh û nêrînekê dikin ku kêm an zêde di nava civaka Amerîkayê de têne nas kirinê. Ya ku ji hilbijartinekê re bo hilbijartina din karîgeriyê li ser şansê berendamekê datîne, şiyana wan ji bo bi destxistina baweriya xelkê li ser wê projeya kar e ku ji aliyê her yek ji wan ve tê pêşkêş kirin.

Serokkomar Obama çar sal dem hebû heya ku nîşan bide wê çawan arîşeyên civaka Amerîka û pirsgirêkên welat di warên siyasî, abûrî, civakî, kar, tenduristî, pîşesazî û navneteweyî de çareser bike. Wî bi dirûşma Goran “Change” û bi riya hêza xwe ya bi destxistina baweriya xelkê ve hilbijartina serokkomariya Amerîka qazanc kir. Niha piştî çar salan, civaka Amerîka dipirse ka gelo serokkomar di wê demê de çi guherî û heya ku sozên xwe anîne cî?

Di gel ku Obama di wan çar salan de karîbe hin guhertinan di sîstema tenduristiya Amerîka de pêk bîne, pêşiya kûrtirbûna qeyrana abûrî bigre, bêkariyê kontrol bike û heya qederekê ji asta wê kêm bike, hêzên Amerîka ji Îraq û beşek wan jî li Afxanistanê paşve bikêşe û di asta navneteweyî de hin îmaja Amerîka biguhere, lê gelek sozên ku wê demê dabûn bi cîh neanîn. Yek ji wan sozan ew bû ku girtîgeha Guantanamo di nava salekê dê dabixe, lê piştî çar salan hê ew girtîgeh vala nebûye. Di warê abûrî de hê baweriya sedîsed venegerandiye bazarê û rewşa jiyana wê beşa civakê ku di belengaziya mutleq de dijî hin hêvî hebûn ku di bin siya siyaseta Obama de baştir bijîn neguheriye. Bi kurtî Obama jî weke hemû serokkomarên din çar salên xwe tije kirin bêy ku Amerîka bi awayek wisan guherî be ku ew beşa civakê ku li benda guherînê bû amade be kedek zêde bide heya dubare wî hilbijêre.

Mitt Romney nûneratiya balê rastrew di aliyê rastê ya siyaseta Amerîka de dike. Dîtinên wî di warên civakî, malbat û rola dezgehên dewletî di jiyana taybet de bi dîtinên Obama û Demokratan re ji bingeha xwe ve cuda ne. Ji bo Romney û Komarîxwazan nirx û kevneşopiya civak û siyaseta Amerîka beriya her tiştî ne. Ev nirx û kevneşopî xwe di nebûna kontrola dewletê, pêşbirkêya bê kontrol di bazarê de, serbestiya tak ji bo gîhana bi xeyala Amerîka “American dream” û serdestiya bê reqîbe Amerîka di Cîhanê de dibîne.

Lê xuya ye ku mijara siyaseta navneteweyî di hilbijartina wê carê de zêde bala hilbijêran nakêşe. Lewma mijarên weke kuştina Bin Laden, çûyîna hin dîktatoran li Rojhilata Navîn û şerê li Sûriyê zêde neketiye nava basên hilbijartinê. Lê eger faktorek çarenûssaz nebe jî, rewşa navneteweyî û bi taybet siyaseta girêdayî bi qedera Îsraîlê re, weke faktorek giring dikare bandorê li ser rojeva hilbijartina Amerîka danê. Ew yek di basa li ser projeya Emtomiye Îranê de ku yek ji mijarên basa di navbera her du berendamên serkomariyê de bû derkete holê.
Siyaseta Amerîka li pêwendî di gel Îsraîlê de bi giştî, ne girêdayî bi hindê re ka kî û ji kîjan partiyê derbasî Koşka Sipî dibe ewe ku bi her awayî ewlekariya Îsraîlê biparêzin. Ji bo her du partiyên serke û xwedî îmkane Amerîka, gefên cidî li ser Îsraîlê xeta sor e.

Lewma kî ji her du kandîdayan bi ser dikeve, heya Îsraîl bi xwe nexwaze, wê rê nedin ku Îran bigehe astekê ku çekên atomî bi dest bixe. Êdî renge Barack Obama bi awayekê bixwaze pêşiya Îranê bigre û Mitt Romney bi awayek din, lê her du wê xeta sor ji bo Îranê diyar bikin. Her çend di wan çar salên derbasbûyî de Obama bi awayek berçav zextên abûriye li ser Îranê zêde kirin û buhayê diravê Îranê li hember diravê xwedî nirxe bîhanî de şikand, lê nekarî li pêşiya Îranê astengiyek cidî çê bike. Niha eger Mitt Romney bê ser kar, renge îmkana hindê hebe ku xeta sore li hember Îranê pir rengtir xuya bike.

Ji bo her du berendaman kontrola rewşa Sûriye û Lubnanê wê mijarek sereke be ku pishtî serketinê dikeve ser maseya wî kesê ku bi ser bikeve. Romney renge bi nêzîkbûna bi riya çekan û Obama bi hevpeymaniyên navneteweyî û bi riya dost û hevalbendên xwe ve, lê her du jî bi cidî û bi awayek raste rast wê bi wê mijarê re rû bi rû bibin. Ji ber ku pêşketinên li Sûriyê bi awayek raste rast karîgeriyê datînin ser Lubnanê, û rewşa Lubnanê dikare ji bo ewlekariya Îsraîlê û pêşeroja wî welatî xwedî bandorek sereke be.

Her du berendam dizanin ku Rojhilata Navîn bi giştî ber bi guherînek bingehîn ve diçe ku ew guherîn dikare berjewendî û siyaseta Amerîka li herêmê bixe bin bandora xwe. Lewma bo wan avakirina hevpeymaniyên nû û pilanek nû ya stratêjîk ku her nebe ji bo 10-20 salên tê bikare berjewendiyên Amerîka misoger bike wê xalek sereke be. Di wê çarçoveyê de pilanên Komarîxwazan zelaltir in.

Pirsa Kurd ne di rojeva hilbijartina Amerîka de ye û ne jî karîgeriyê li ser wê pêvajoyê datîne, lê bêguman siyaseta Amerîka di çar salên pêşiya me de wê bandorê li ser rewşa Kurdan û statuya gelê Kurd li Rojhilata Navîn danê. Di derbarê pirsa Kurd de heya niha ne Demokaratan û ne jî Komarîxwazan bi awayek vekirî tu piroje an dîtin pêşkêş nekirine. Lê tu guman nîne ku her duyan jî pirojeyên xwe yên taybet di wê barê de hene. Ya ku di navbera xetên nenivîsandiye siyasetên her du aliyan de derdikeve ewe ku Komarîxwaz pir li dijî guhertina statûsya siyasî û cografî li Rojhilata Navîn nînin, eger bê û aliyên nûye xwedî piroje hebin ku bikaribin baweriyê hem bidin xelkê xwe û hem jî bidin hêzên xwedî berjewendî.

Hilbijartina serokkomariya Amerîka her çi qas bi awayek raste rast nekeve bin bandora bahoza xwezaiye «Sandy», lê wê di çar salên pêşiya me de bi gelek bahozên destsaz re rû bi rû be. Gelo bahoza Sandy tenê nîşaneyek xwezayî ji wan bahozan e ku serokkomarê nû pêwîste di dema serkomariya xwe de jê re amade be? Piraniya arîşeyên navneteweyî ku cîhana îro bi wan re rûbirû ye gîhane qonaxekê ku di wan çar salên pêşiya me de an dibe bêne kontrol û çareser kirin, an wê bi awayekê bandorê danên ser siyaseta cîhanê ku êdî Amerîka û hevpeymanên wê neçar bimînin li hember wan serî bitewînin.