Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Tehrîmên abûrî mehane 5 milyard Dolar zirarê li Îranê dide

16:56 - 13 Îlon 2012

Kurdistanmedia: Wezareta Xizîneya Amerîkayê ragihand ku di encama tehrîmên navnetewî û di doma daketina 55 ji sedî a henardekirina nifta Îranê, mehane 5 milyard Dolar zirar digîje wî welatî.


“Devîd Kohen” Cihgirê Wezîrê Xizîneya Amerîkayê dibêje: Di encama kiryarên Amerîkayê li hember rejîma Îranê di îsal de, henardekrina nifta Îranê milyonek bermîl kim kiriye.
Li gor gotina Cihgirê Wezîrê Xizîneya Amerîkayê, eva bi vê manayê ye ku 55 ji sedî a henardekirina nifta Îranê daketiye ku di encam de Îran mehane 5 milyard Dolar zirarê dike.
Kohen bi pêdagirî li ser givaşên li ser rejîma Îranê ji bo sekinandina bernameya navikî a wê rejîmê, dibêje: Armanca me pêşgirî ji geşekirina berhemanîna hundirî a Îranê nine, belkî armnac kartêkerî li ser hevkêşeyên siyasî ên desthilatdarên rejîma Îranê ye.
Amerîka û welatên Rojavayê li ser wê bawerê ne ku rejîma Îranê çêkirina çeka navikî dişopîne, li hember de jî rejîma Îrnaê bi caran ew tomet red kriye û li ser aşitîxwazbûna bernameya navikî a xwe pêdagirî kriiye.

20\'emîn Salvegera terora Dr. Şerefkendî û Hevelên wî