Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artişa Azad a Sûriyê: Hîzbullah 5 hezar leşkeran dişîne Sûriyê

19:53 - 6 Adar 2013

Kurdistanmedia: Fermandarê Artişa Azad a Sûriyê ragehand Hîzbullah a Lubnanê dixwaze 5 hezar hêzên leşkerî bişîne Sûriyê.
Fermandariya Yekbûyî ya ASAyê bilêvkir ku Hîzbullah dê di navbera çend rojan de 5 hezar hêzên nîzamî bişîne herêma Humsa Sûriyê.
Li gor nûçeya ku li malpera “Trt xeber” hat ragehandin: Di daxuyaniya Fermandariya Yekbûyî de hat angaştkirin ku Hîzbullaha , li herêma “Bakaay”ê 5 hezar kesan perwerde ûxwe amadedike ku komek nû bişîne Sûriyê.


Di daxuyaniyê de hat îdîa kirin ku Hîzbullahê li nêzî gundên Sûriyê yên sînor bergehên şopandinê damezrandine, nêzî 3 mehan e serî li Cusiyê gelek gundan paqijiya etnîkî kiriye, malbatên ku malên wan hatine xwarê mecbûrê terikandina herêm kirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku tekiliyên pêşerojê yên ligel Lûbnanê di talûkê de ne û ji bilî vê ev îfadene cih girtin Niha mesele ne tenê Hizbullahê, dewleta Lubnanê jî eleqeder dike. Vê meselê şiklek herêmî û navneteweyî girt. Êdî em ê di vê çarçoveyê de binirxînin.

3925.jpg


Di bajrên Sûriyê 85 kuştî û 220 leşker tevlî muxalîfan bûn
Her di vê pêywendiyê de Rêxistina Mafên Mirovan a Suriyê(SNHR) diyarkir ku yekineyên girêdayî rejîmê, li bajarên ku piranî muxalîf tê de operasyon lidarxistiye, û hejmara miriyan gihiştiye 85an.

SNHRê destnişan kir ku hêzên ewlekariyê ji sibehe heya niha bi çekên giran operasyon derxistine, li Şamê 25, li Halebê 13 û Humsê 13, li Derayê 11 û Îdlibê 11, li Hamayê 5, li Lazkiyeyê 4, li bajarê Rakka 2 û li Deyru\'z Zorê 1, bi tevahî 85 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Konseya Şoreşê Ya Giştî Ya Suriyê diyarkir ku serbazên payebilind jî di nav de bi tavahî 220 leşker tevlî muxalîfan bûne.