Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Asime Cehangîr: Ez seba rewşa xirab ya azadiya ramanê di Îranê de nîgeran im

14:43 - 14 Adar 2017

Kurdistanmedia: Rêportêra taybet a “NY” bo mafê mirovan di Îranê de, nebûna azadiya ramanê di Îranê de bi tundî rexne kir.

Asime Cehangîrî roja Duşemî berwarê 13’ê Adar a 2017’an, di hevpeyvîneke taybet digel “Dengê Amerîkayê” de ragehand ku; “Nîgeraniya min eva ye ku, xelikên ku di Îranê de têne binçevkirin, bi awayên curbicur tên tirsndin, lewra ramanên xwe naxin berbas, û encam dibe eva ku niha di Îranê de em dibînin, û rojnamevan û wêblagnivîs tên zîndanîkirin.

Ev gotûbêja Asime Cehangîr piştî Yekemîn rapora wê hatiye kirin ku, çend rojan berî niha di 34’mîn civîna Mafê Mirovan a “NY” de pêşkê kir.

Asime Cehandîr di hevpeyvîna xwe de herweha liser mijara girtiyên siyasî di Îranê de disekine û dibêje, “Mijara girtiyên siyasî di Îranê de duhemîn binpêkirinên mezin di Îranê de ne ku, têne encamdan”.

Rêportêra Taybet bi “NY” bo mafê mirovan herweha dibêje ku; “Mijara din mijara parêzeran di Îranê deye. Binyata Parêzeran di bin kontrola dadweran de ye, û rê ji karê gellek parêzeran di Îranê de hatiye girtin, û hekî parêzerek jî berevaniyê ji girtiyekî Siyasî-Eqîdetî bike, tê zîndanîkirin”.

Asime rû li dezgeha dadweriya rejîmê dike û serbarê rexneyên tund, dibêje; “Lê binêrin Dezgeha dedweriya rejîmê biryarderê sereke ye, û di dawiyê de hemû biryarek ji aliyê dadwer ve tê dayîn, û mixabin dadwer jî bê alî nine, lewra di birêvebirina îdaletê de rêz ji hikumet û mafê mirovan nahê girtin, eva beşek ji wan pirsgirêka nin ku, heya di nava dezgeha dadweriya rejîmê de hebin, tirs û xofa azadiya ramanê we her bimîne”.