Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê Dîwandere

12:21 - 28 Çirriya pêşîn 2012

Mecîd Cinîkanlû

Şaristana Dîwandere yek ji şaristanên Parêzgeha Sinê li Rojhilatê Kurdistanê ye ku xwedî dîrokekî gelek kevn e. Bajarê Dîwandere berê wek Mîran Şa, dihate binavkirin, û li piraniya çavkaniyên dîrokî de bi vî navî hatiye nivîsandin.

Dîwandere li 98 Kîlomêtriya bajarê Sinê hilketiye û li bakûr tevî bajarê Tîkabê, li rojhilat tevî bajarê Bîcarê, li bakûrê rojava tevî bajarê Seqizê, li rojava tevî bajarê Merîwanê û li başûr tevî bajarê Sinê hevsînor e.

Rûberê giştî yê Şaristanê 4204 Kîlomêtra çargoşe ye ku 15% ji panahiya şaristana Sinê pêk tîne. Herêma han li Zivistanan de gellek sar û li Havînan xwedî av û hewayekî xweş e.

Hebûna hin şûnwarên dîrokî wek Şikvta Kereftû, wê rastiyê nîşan didin ku ew herêm xwedî dîrokekî gelek kevine ku ji bo 2000 sal berî Zayînê vedigere. Kurdên herêmê bi zaravayê Soranî dipeyvin. Li herêmê de gelek zaravên din jî hene û hozên wek Goran, Golbaxî, Tîlekûyî, Caf Minimî, Kelhûr û...hwd jiyanê dikin. Nifûsa giştî ya Şaristanê 87747 kes e.

Şaristana Dîwandere xwediyê sê herêmên Navendî, Kereftû û Saral e, ku bi giştî xwediyê 196 gundan û 2 bajarên Dîwandere û Zerîne ye. Navenda Şaristanê bajarê Dîwandere ye ku li deştekî pan û berîn de hilketiye.

Şaristana han seba hebûna deştên wek Ubato û Saral yek ji navendên serekî yên dabînkirina Genim û xwedîkirina pez e, û ew dû kare li rastiyê de çavkaniya dahata xelkê herêmê ye.

Li şaristana Dîwanderê de gelek çem û rûbarên Mezin hene ku piraniya wan li Biharê bi heliyana ava berfê li nav deşt û çiyayên herêmê de diherikin. Çemên Qizil Ûzon û Yûlkiştî du rûbarên herî pir av yên herêmê ne.


Dîwandere cihê hatûçûna eşîrên Kurd bûye û zaf li Eşîrên herêmê seba zozanan mifah jê sitandine. Li serdemê Sefewiyan ew herêmê seba cihê xwe yê xweş hêdî hêdî xelk li wir akincî bûne. Kurdên Dîwandere xwediyê keltûrekî gelek bihêz in û çanda wan wek pişkek mezin ji çanda Kurdistanê ye.

Şikevt û Kela Dîrokî ya Kereftû ku li vê Şaristanê de cih girtiye, dîroka vê ji bo hezar sal berî Eşkaniyan vedigere. Ev kel li çar pişkan pêk tê, û xwedî dîwexanên pir balkêş e.

Kurdên Dîwandere serbarê vê yekê ku li zaf zarav û ol û mezhebên curbicur pêk tên, lê xwedî rihekî mezin ya Kurdayetî û welatparêziyê ne. Kurdên li herêmê li hemberî rejîmên dagîrker yên ku bi ser Îranê de hakim bûne, gellek xebat kirine û di rêya han de gelek qûrbanî dane.

Li serdemê rejîma Şahê Îranê de Kurdên herêmê li serhildana Simkoyê Şikak xwedî derketine û pêka hin çavkaniyan hin ji serok hozên herêmê çendîn car tevî Simayîl Axa rûniştin hebûne û xwestine ku yarmetiya serhildana wî bikin. Li çaxê avakirina Komara Kurdistanê a Mihabadê li sala 1945’ê, çend kesayetiyên herêma Dîwanderê beşdarî rêûresma avabûna Komara Kurdistanê bûne.

Li serdemê hatine serkara Komara Îslamî ya Îranê gelê herêmê bi rêberiya PDKÎ xebatekî bêmînak ji bo desteberkirina mafên xwe yên netewî meşandin û her seba vê yekê ew herêm jî wek piraniya bajarên din yên Kurdistanê kete ber êrîşa pasdarên Îmamê Zeman û zaf ji xelkê Sivîl yê herêmê hatin Şehîdkirin. Lê gelê herêmê û bi taybetî ciwanên welatparêz yên Kurd têkilî refên pêşmergeyan bûn û bi xurtî bersiva dagîrkeran dan û di riya han de gelek ji ciwanên welatparêz canê xwe goriyê riya rizgariyê kirin.

Kesên wek Serwan xeleban Îbrahîm Behrampoor ku yek ji Akadimiyên zanîngeha leşkerî ya Tehranê bû, çaxekê ku dît welatê wî ketiye ber êrîşa dagîrkeran hat û bi canê xwe berevanî ji xelkê xwe kir û di rêya gelê xwe de canê xwe fîda kir.

Dîwandere her wek derbasbûyî li çepera berevanî ji xwestekên gelê Kurd de rawestaye û hertim wek Kela Kurdayetiyê tê mêzekirin.