Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê Mehabadê

21:01 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2012

Mecîd Cinîkanlû

Hehabad an jî Madabad-Mijabad, nawenda herêma Mûkriyanê li Rojhilatê Kurdistanê ye. Mûkiryan li parvekirina welatê Îranê de ser bi Parêzgeha Ûrmiyê ye û yek ji Şaristanên herî naskirî yên Kurdistana Îranê tê hejmartin ku li dîroka Kurdistanê de xwediyê cihekî taybet û bilind e. Mehabad li hembêza zincîre çiyayên Lend Şêxan û li rojhilatê çemê Mehabadê de hatiye ava kirin.
Ew herêm seba cihgirtin li sînorê 3’ê Parêzgehên Azerbaycana Rojhilat û Rojava û kurdistanê xwediyê giringiyekî zaf a stratejîk e û li du herêm û 5 bexşan pêk tê. Rûberê giştî yê Şaristana Mehabadê 2591 kîlometrên çar goşe ye û û nifûsa wê nêzîkî 400 hezar kes e.

Bajêr bi panatîya nêzî 15 kîlomêtra çar goşe li cem kanîyeki sar cih girtîye.navê berê yê Mihabadê Sabilax bûye lê li serdemê kevin de navê bajêr Mihabad an jî Mijabad bûye kû li sala 1314a rojî bi fermana pehlewî Şahê Îranê dîsan navê bajêr bû Mihabad kû navekî Qewmê Made û yekem rûniştwanê bajêr jî Mad an kû bapîrê Kurdan bûne. Bajarê Qedîm yê Mihabadê li cem gundekê bi navê Deryaz bûye kû îro rojê jî xirabeyên wî bajarî hêj tên xûya kirin.

Bajarê Mehabadê li serdemê hakimê Kurd ê bi navê Bodax Soltan de awedaniyekî zaf bi xwe dibîne û li serdemê Qacaran de dibe navenda bazerganiya kalayan li gel Şam, Mûsil û Beyrûtê. Bodax Soltan li wî bajarî de gelek xizmetguzarî û avedanî encam dan ku heta îro jî her mane. Mînaka wan Mizgefta Sor û Pira Sor in ku bi fermana navhatî hatine avakirin û dîroka çêkirina wan bo 400 salan berî niha vedigere.

Herêma Mûkiriyan û navenda wê bajar herçend di coxrafiya Kurdistanê de cihekî ewqas mezin û berfireh nîne, lê di dergûşa xwe ya kevnar de gelek qehreman û kesayetiyên mezin perwerandine.

Mehabad ji ber gelek bûyerên siyasî, ferhengî û mêjûyî di dîroka serhildan û pêvajoya azadîxwaziya netewa Kurd de xwedî cihekî taybetî ye. Li vê herêma Kurdistanê li dirêjahiya dîrokê de Kurd jiyane û gelek caran ev bajar bi destê arteşên dagîrkeran ve hatiye şewitandin û kavilkirin. Li serdemê Sefewiyan de jî Kurdên wê herêmê tûşî gelek tengasiyan bûn. Mehabad bi taybet di warê xebata ramyarî de bi landika şoreşê tê nasîn û gelê herêma Mûkriyan jî xwedî kedek dîrokî ne.

Li wî bajarî gelek Nivîskar û helbestvan û kesayetiyên welatparêz hatine nav çepera xebata rizgarîxwaziya gelê Kurd û ew yek bûye sebeb ku Mehabad wek navenda çandî û akademîka gelê Kurd li Rojhilata Kurdistanê bê dîtin.

Li wî bajarî de kesên wek: Bodax sultan, Ehmed Tûrcanî, Ubeydula Eyûbiyan, Xalid Hisamî, Hêmin, Mela Resûl Edîb, Pêşewa Qazî Mihemed û dehan kesayetiyên din hatine nav xebata netewî ya gelê Kurd û parek mezin ji wan kesan helbestvan, nivîskar, edîb û... bûne û hin ji wan wekî Qazî Mihemd Rêber û bijartê gel bûne.

Di Zivistana sala 1946’an piştî zêdetir ji mehekê berpirsên PDK(Hizba Demokrat a Kurdistanê) bi hevkariya tevaya gelê herêmê ji bo karekî dîrokî mijûlê amadekariyên bûn. Ji Makoyê, Xoy, Selmas û Urmiyê bigire heya Seqiz, Bane, Sine, Kirmaşan û Îlamê Kurd bûne mêvanên bajarê Mehabadê. Di roja 26’ê Kanûna duyem a 1946’an de ala Kurdistanê di merasîmek bicoş û teji heyecan li navenda bajarê Mihabadê hat hildan.

Komara Kurdistanê, di warê dewletbûyînê de ji bo Kurdan bû ceribîna yekem. Lê belê, hin welat ji bo berjewendiyên xwe, pişt ji Komara Kurdistanê kirin. Di 22\'ê Çileya sala 1946\'an de, li Meydana Çarçira ya Mehabadê, Komara Kurdistanê ji aliyê Qazî Mihemed ve hate îlankirin. 13 wezîrên ku di komara Mehabadê de cih girtin, piştî demekê Destûra bingehîn a komarê zelal kirin. Komara Kurda, her çiqas 11 mehan temenê wê hebû, lê di wê demê de bû navenda siyaset û bingeha Kurdayetiyê.

Komara ku li Mehabadê hate avakirin, ala netewî ya Kurdistanê hilda û gel jî, artêşa welêt saz kir. Hikûmeta Kurdistanê herwiha rêxistinên aborî, civakî, edebî, hunerî û rêxistinên leşkerî jî ava kirin. Rojname û kovar derketin. Sîstema birêvebirî a Komarê jî hate sazkirin. Hewil hate dayîn ku sîstema perwerde û ziman were pêşxistin. Zimanê Kurdî bi fermî hate Xwendin. Şanoya Kurd hate sazkirin. Ji bo jinan di wî serdemî de ji aliyê siyasî û civakî ve derfetên baş hatin avêtin ku bikarin li nava sîstema birêveberiya welat de cih bigirin.

Di rastî de her çiqas temenê Komarê gelek kêm bû, lê di vê demê de bû nawenda siyaset û rewşenbîriyê û gelek kesên baş li jêr rênmayî ên Qazî Mihemed de hatin perwerde kirin. Lê sed heyf û mixabin Komara Kurda a li bajarê Mehabadê di 16\'ê Mijdara sala 1946\'an de bi destê hêzên Artêşa Îranê, ber bi Mehabadê ve meşiyan û di 17\'ê Kanûna sala 1946\'an de, Komara Kurdistanê hat hiloşandin.

Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê Seyfî Qazî û birayê wî Sadrî Qazî, li Meydana Çarçira ya Mehabadê ku Komar têde hatibû îlan kirin, di 31\'ê Adara 1947\'an de, hatin darvekirin.

Li serdemê şoreşa gelên Îranê li sala 1975ê bajarê Mihabadê dîsan bû navenda serhildana gelê Kurd û wek paytexta Kurdistanê dihat hejimartin. Li wî bajarî de gelek kesayetî û xebatkarên rêya rizgariya Kurdistanê hatin nav çepera xebatê û di rêya bi destanîna mafên gelê Kurd canê xwe goriyê Welat û neteweya xwe kirin.

Mehabad piştî serhildana gelên Îranê bi awayekî gelek hovane kete ber êrîşa hêzên rejîma Xumênî û mixabin gelek ji xelkê bajar seba pêdagirî li ser xwestekên rewa ên xwe hatin darvekirin. Lê xelkê xebatkarê Mehabadê ev şanaziya pîroz ji bo xwe her parastin û qet teslîmî rejîmê nebûn. Hertim wek mînaka xebat û berxwedanê ji aliyê xelkê Kurdistanê ve tên mêzekirin. Canfîdayiya sedan qehremanên wî bajarî wek ‘’Sergurd Kerîm Elîyar’’, Xidire sor, Serheng Çiya û bi sedan qehermanên din yên rêya rizgariya Kurdistanê baştirîn mînak ji bo qehremanî û wefadariya xelkê wî bajarî bi armanên neteweya Kurd tê hesibandin.

Mehabad wek navendek bihêz a wêjeya Kurdî û nawenda serhildana gelê Kurd hertim dê di dîroka Kurdistanê de cihê xwe yê bihagiran biparêze û fîdakariya Mehabadiyan di vê pêvajoya dîrokî de cihê qedir û qîmetê ye.