Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê Pawe

12:50 - 26 Kanûna Paşîn 2013

Mecîd Cinîkanlû
Şaristana Pawe yek ji Şaristanên herî bi nav û deng ê parêzgeha Kirmaşanê ye. Bajarê Pawe li 112 kilomêtriya bakûrê rojavayê bajarê Kirmaşanê cih girtiye û piştî derbas kirina hin rêyên asteng ên zincîre çîyayên Zagros, bajarek wek Pêlekana xûya dike ku ew bajar Pawe ye. Bajarê Pawe seba xwezaya bedev û bê mînak bi yek ji bajarên herî xweş ê Kurdistana Îranê û bigire Îranê tê, naskirin ku xwezaya dewlemend a wî bajarî li gel jîyana xelkê bajar têkel bûye û wek navendekî geryanê lê hatiye.

Şaristana Pawe bi bilindahiya 1463 mêtroyan ji behra azad û barîna salan a 830 milîmêtr baran û berfê û av û seqaya navendî a çîyayî li parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê cih girtiye.

Nifûsa şaristana Pawe li gor serjimêriyên sala 1385 a rojî 55889 hezar kese û panahiya vê 803 kilometra çargoşe ye. Şaristana Pawe ji aliyê bakûr tevî şaristana Merîwan,ê û ji aliyê başûr tevî şaristana Ciwanroyê û ji aliyê rojhilat tevî şaristana Sinê hevsînor e. Her wiha şaristana Pawe ji aliyê rojava bi dirêjahiya 96 kilomêtran tevî başûrê Kurdistanê hav sînore.

Şaristana Pawe xwedîyê 1169 hezar hektar erdên çandinîyê, 83100 hektar daristan, 39924/91 hektar lêrewar û 5847 hezar hektar zevîyên akincî bûnê ye.

Li herêmê de bi deyan çem û rûbarên mezin û kûşke di herikin. Çemê mezin û bi nav û deng ê Sîrwan di vê herêmê de derbas dibe û avedaniyek baş jibo herêmê çêkiriye.her wisa di herêmê de çend çemên din ê wek Leyle, Mirxîl û çemê pawe hene ku her yekê taybetmendiyên xwe hene û jibo avedaniya herêmê rolek bingehîn hene.

çîyayên herêma Pawe û hewramanê ku pişkek ji çîyayên Zagros ê ne, çîyayê Şaho li hembêz digirin. Şaho bi bilindîya 3400 mêtran yek ji çîyayên herî bilind ê Kurdistana Îranê ye ku li bakûrê rojhilatê bajarê Pawe cih girtiye.her wisa çîyayê Ateêga ku çîyayekî dîrokî û xwedî gelek taybetmendiyan e li cem bajarê Pawe ravestane. Çîyayê Ateşgah di serdemê Zerdeştîyan cihê hilkirina agirê pîroz ê Zerdeştîyan bûye. Bilindahiya çîyayê han 2469 mêtre.

li wan çîyayên bilin û xweş de bi sedan bax û baxçe hene ku fîqîyên wek:Gîz, Tot, Hinar, Gilhinar û… têde berhem dên.
Pawe yek ji 13 şaristanên parêzgeha Kirmaşanê ye û sê herêm û çar bajêr û pênc dêhêstan hene ku dîroka akincî bûnê li herêmê de jibo 2hezar salan berî niha vedigere ku çêkirina wî bajarî ji kevirekê bi nave Hezar Masûle hatiye çêkirin.
li ser peyva Pawe gelek bîr û ra hene, lê pêka gotinên xelkê herêmê û peyvên zaravê Hewramî, pawe bi wateya paqij tê. Lê hin kes jî dibêjin ku Pawe ji navê serdarê Yezdgirdê Sê tê, û ku Pawe kurê Şapûr û biraziyê Newşîrwan ê Sasanî bûye ku Yezdgird nav hatî jibo berfirh kirina olê Zerdeştî şandiye herêmê.
Li zaravê Kurdî a Hewramî de Pawe bi wateya li ser Pêyan ravestayî tê gotin ku dûr niye ev nav rast be.
Xelkê herêma Pawe hemû Kurd û bi zaravê Hewramî di peyvin. Xelkê herêmê piranî musilman û oldarê Îslamê ne.
Her seba vê yekê li herêmê de gelek cih hene ku xelkê herêmê jibo zîyaretê serdana wan cihan dikin û ji aliyê xelkê herêmê weke cihên pîroz tên hesibandin.
Bo mînak em dikarin amaje bi Îmam Zade Seyd Ûbêydula, birayê Îmam Riza û naskirî bi Kose Hecîc bikin. Her wisa zaf cihên din wek: Sultan Îshaq, Seyd Mehmud Êsfehanî, Şêx Mihemed Ezîz , Şêx Hisam û Qurana gundê Zerdoyî bikin.
Kurdên Pawe di refên tevgera rizgarîxwez a netewa Kurd gelek quranî û bedîlên mezin dane û di rêya hande gelek malwêranî dîtine. Li serdemê rejîma berê bi caran xelkê herêmê li dijî dewletê şer kirine,lê her tim haine tepeser kirin.
Piştî bi deshilat gihîştina Komara Îslamî a Îranê û pêşkekş kirina xwestikên gelê Kurd ji aliyê PDK Îranê, mixabin Pawe yekem bajarê Kurdistanê bû ku bi fermana Xumêynî kete ber êrîşê û bo heyamê sê mehan xelkê herêmê û pêşmergeyên qehreman ê PDKÎ li hemberî Caş û Pasdarên xwînrêj ên Komara Îslamî de şer kirin û mixabin di encama şerê han de xelkekî zaf bi destê hêzên rejîma Îranê hatin şehîd kirin.
Kurdên Pawe di refên Şoreşa azadixwezî a gelê Kurd kesên wek :Ebdula Behramî, Hekîm Rizayî û bi sedan qehremanên din pêşkeşî doza azadîya Kurdistanê kirine.